Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir

  • jin
  • 15:14 7 Çile 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaranê daneyên tundiya li dijî jin û zarokan a di sala 2023’yan de li Mêrdînê parve kir û da zanîn ku herî kêm 5 jin û 5 zarok hatin qetilkirin û 11 jinan jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Platforma Jinan a Şahmaranê daneyên tundiya li dijî jin û zarokan a di sala 2023’yan de li Mêrdînê parve kir. Rapor, li Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Endama platformê Mizgîncan Arsu axivî û da zanîn ku rapora wan ji daneyên serlêdanên ji bo pêkhateyên platformê hatine kirin û bûyerên hatine şopandin hatiye amadekirin. 
 
Arsû, diyar kir ku rapor daneyên di navbera 1'ê çile û 31'ê kanûna 2023'yan de digire nav xwe û wiha got: “Dema em li daneyên raporên tnndiyê yên 2023’yan dinêrin, tê dîtin ku roj bi roj tundî zêde dibe û mirina jinan a bi guman jî zêde dibe. Tacîz, tecawiz, îstîsmara zarokan û qetlîamên li ser zarok û jinan. Em di pêvajoyeke ku tacîza darazê ya li ser jinan, binçavkirin û girtin zêde dibin, tecrîda li girtîgehan roj bi roj kûrtir dibe, kuştina jinan hatiye asta qirkirinê re derbas dibin û hewl tê dayîn jin ji têkoşînê bên derxistin."
 
TUNDIYA LI DIJÎ JIN Û ZAROKAN
 
Arsû, destnîşan kir ku jin nikarin di hemû qadên jiyanê de bi awayekî wekhev cih bigirin û mafê wan yê jiyanê tê binpêkirin û wiha domand: “Li tevahiya bajêr herî kêm 11 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane, herî kêm li 43 jinan êrişa zayendî hatiye kirin û herî kêm 5 jin hatine qetilkirin. Eşkere tê dîtin ku jinên hatine qetilkirin herî zêde ji aliyê hevjîn, heskirî yanî kesên nêzî xwe û xizmên xwe ve hatine qetilkirin.”
 
DANEYÊN RAPORÊ
 
Di rapora ku bi gotina “Heta jin azad nebe civak azad nabe” dest pê kir de, ev dane hatin rêzkirin.
 
“* Li gorî daneyên di çapemeniyê de derketine; herî kêm 11 jinan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane. Tê îdiakirin ku piraniya van mirinan di encama ketina ji bilindahiyê de rû dane.
 
* Li tevahiya bajrê herî kêm 5 jin hatine qetilkirin. Hat diyarkirin ku herî zêde jin ji aliyê hevjîn, heskirî û an jî xizmên xwe ve hatine qetilkirin.
 
* Di daneyên ku li edliye û ji raya raya giştî re hatine eşkerekirin de hat diyarkirin ku herî kêm li 43 jinan êrişa zayendî hatiye kirin. 
 
* Di navbera 01'ê çile û 31'ê kanûna 2023’yan de 281 jinan ji bo hevberdanê û 46 jinan jî ji bo nefeqê ku dozê vekirin serlêdan kirine.  
 
* Dîsa li gorî daneyên ku di çapemeniyê de derketine; hat diyarkirin ku herî kêm 5 zarok hatine qetilkirin û tacîz, tecawiz û tundiya li ser zarokan ji malê derbasî qadên perwerdehiyê bûye. Li gorî daneyên ku ji darazê û raya giştî re hatine eşkerekirin, di qeydên fermî de hatiye tespîtkirin ku herî kêm 270 zarok bi êrişa zayendî re rûbirû hatine, herî kêm 172 zarok jî bi îstîrsmarê re rûbirû man, herî kêm 3 zarokan zarok anîne, herî kêm zarokek bi zexta zewacê re rûbirû ma ye.  Zarok bi zorê hat zewicandin.
 
*Baran Kizil ê ku hewl da tecawizî Îpek Gulşen bike, lê bide û ew xapand, hat tehliyekirin.
 
* Çawişê pispor Eyûb K. yê ku li navçeya Nisêbînê  4 zarok tacîz kirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
 
*Piştî ku 25 sal cezayê girtîgehê li Serkan Ozgun ê ku li Mîdyadê jina Êzidî Baran Hasan Raşo qetil kir, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat betalkirin, doz ji nû ve hat dîtin û dîsa ji ber daxistina cezayê tenê 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
* Der barê dayika Pakistanê, 4 xwişk û birayên wê û 12 kesên ku 10 jê jin tev li çalakiya ji bo Pakistan Demîr ê ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin bûn de doz hat vekirin.
 
* Cerdevan Yakup A. û Çetîn T., Harun Y. û Suud O. yên ku li Mêrdînê tecawiz li jineke 22 salî kirin hatin binçavkirin. Ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dêrikê ve ku sewqî dadgehê hatin kirin, bi hinceta ‘kontrola edlî dê giran be’ hatin berdan.
 
* Li Edliyeya Midyadê Pisporê Tiba Edlî Dr. Gozde Bagci ji aliyê dozgerê navçeyê Mehmet Saît D. ve hat derbkirin, giliyê wî kir.”
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Di raporê de jinan bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li bajêr û hat gotin polîs û leşker fihûşê li ser gelek jinên li navçe û navenda bajêr ferz dikin û dixwazin bi şantajê wan bixin. Di raporê de têkildarî polîtîkayên şerê taybet wiha hate gotin: “Polîtîkayên şerê taybet ên li Dêrikê hîn kûr bûne. Ev polîtîkayan bêtir ji ser ciwanan tên meşandin. Hişbir li ciwanan tê belavkirin. Curbecur polîtîkayên qirêj ketine meriyetê. Bi rêya bandora hişbirê vîdeoyên zarokan tên kişandin û ji ser van vîdeoyana şantaj li wan tên kirin û tecawizî wan tê kirin. Bi taybet li cihên ku têkoşîn lê zêde ye ev polîtîka dikevin meriyetê. Polîs û leşker dixwazin ev kes ji têkoşînê dûr bikevin. Di demê dawî de bikaranîna hişbirê li ber dibistanan û di nava dibistanan de zêde bûye. 
 
POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ RÊ LI BER ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ VEDIKE
 
Gelek ciwan û zarok ji ber bandora hişbirê bi tecawizê rû bi rû dimînin. Bi serlêdana malbatan ev tişt derketiye holê. Bi destên sîstemê di temenê biçûk de zarok tên xapandin û bi şantajên curbecur rû bi rû dimînin. Ji ber gef li wan tên xwarin ber bi întixarê ve jî tên kişandin. Kesên bi ûniforma bi cesareta ji sîstemê digirin dibêjin 'tiştek bi min nayê' û ev yek jî encama polîtîkayên şerê taybet a mêr dewletê ye. Gelek kesên di nava çeteyên fuhuşê de cihê xwe digirin leşker û polîs in. Ev yek jî mirov dide fikirandin. Polîtîkayên bêcezahiştinê yên daraza mêr dibe sedem ku tundî zêde bibe. Bêcezahiştina bersûcan wan wêrek dike. Ev jî dibe sedema zêdebûna komkujiyan. 
 
PERGALA PERWERDEYÊ 
 
Di rapora ku jinan tê de bal kişandin pergala perwerdeyê de wiha hat gotin:
 
“*Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), bi pirtûkên amade dike zayendperestiyê sor dike û dibe sedema newekheviyê. 
 
* Di maddeyên MEB'ê de zewaca di temenê zarokatiyê de asayî tê nîşandan û pêşî li zewaca di temenê biçûk de tê vekirin. 
 
*Tê xwestin bandora waqif û cemaatan a di pergala perwerdeyê de zêde bibe. 
 
*Pirsgirêkên li wargehên perwerdeyê zêde dibin. Derbarê xwendekarên vê yekê şermezar dikin jî lêpirsîna dîsîplînê tê destpêkirin.  
 
*Polîtîkayên îktidara bi zihniyeta baviksalarî tev digere dixwaze li gor îdeolojiya xwe teşeyê bide perwerdeyê. 
 
*Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê her diçin zêde dibin û kûr dibin. Bi polîtîkayên yekzimanî zimanên din tune tên hesibandin. 
 
*Êrişên li ser zimanê kurdî her diçin zêde dibin. Ji bo zarok zimanê xwe yê dayikê bi kar nînin polîtîkayên asîmîlasyonê yên curbecur tên bikaranîn. Girtina dibistan û qursên bi zimanê kurdî encamên van polîtîkayan e. 
 
*Armanca polîtîkayên asîmîlasyonê ew e ku civak bi taybet jî jin ji çand ziman û ji hebûna xwe dûr bikevin. Dixwazin bi van polîtîkayana civak ji têkoşîna xwe dûr bikeve.” 
 
Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.