KCDP: Di nîsanê de 30 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin

  • jin
  • 11:59 7 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL – Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora meha nîsanê ya cînayeta jinan aşkere kir û diyar kir ku di Nîsanê de 30 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin  
 
Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora meha nîsanê ya cînayeta jinan aşkere kir. Platformê di raporê de diyar kir ku di Nîsanê de 30 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin  Platformê destnîşan kir ku li gorî meha adarê kuştina jinan zêde bûye. Platformê da zanîn ku ji ber 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jinan li her qadê dengê xwe bilind kiriye û tundî ji şermezar kiriye û vê yekê hiştiye ku di Adarê de tundî kêm bibe. Platformê da zanîn ku li gorî raporê herî zêde li Stenbol, Edene, Dîlok, Kocaeliyê jin hatine kuştin û 3 jin bi giranî birîndar bûne û wiha got: "Ciwana 19 sali Dilek K., ji aliyê mêrekî ku nasnameya wî nehatiye diyarkirin ve bi giranî hatiye birîndarkirin. Wî kesî piştî pêre niqaş kiriye bi tifinga pompeyi Dilek K. bi giranî birîndar kiriye. Li Tekîrdagê jî Hediye B., ji aliyê Eyup B. ve bi giranî hat birîndarkirin. Li Qeyseriyê jî Sibel İ.,  ji aliyê Fuat Duygulu ku dest ji hev berdan ve bi giranî hat birîndarkirin. 
 
HERÎ KÊM 51 ZAROK RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HATIN
 
Platformê da zanîn ku di nîsanê de herî kêm 51 zarok rastî îstîsmarê hatin û jê 26 zarok li dibistanê rastî îstîsmarê hatine. Di nîsanê de 10  jinên ku xwestin der barê jiyana xwe de biryarê bistînin hatin kuştin.