Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn

  • jin
  • 14:45 13 Çile 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Jinên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tên ragirtin, anîn ziman ku piştî ew dest bi grevên birçîbûnê kirine di girtîgehê de zext zêde bûne û dan zanîn ku ew ê dest ji daxwazên xwe bernedin. 
 
Jinên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tên ragirin di nameya ji Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê re (Çukurova TUAY-DER) şandine de anîn ziman ku piştî grevên birçîbûnê dest pê kirine, zext zêde bûne. 
 
Girtiyan di nameya xwe de destnîşan kirin ku heya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn ew ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin û wiha gotin: “Me dernaxin tu aktîvîteyên civakî. Em di du qawîşan de tên ragirtin lê belê tu têkilî tune ye. Mafê me yê sohbetê ji ber nêzîkatiyên îdareyê yên keyfî tên astengkirin. Di nava hefteyê de du caran lêgerîn tê kirin û di van lêgerînan de gelek tiştên me yên tên desteserkirin, nadin me.” 
 
SANSUR Û TALOQKIRINA ÎNFAZÊ
 
Girtiyan di nameye de bal kişandin ser sansur û şewitandina înfazan û ev tişt gotin: “Sansurê li nameyên me dikin, bi hinceta ku ‘nayê fêmkirin’ dest datînin ser meteryalên kurdî yên herî biçûk. Bi sepana rêgezan berdana gelek hevalên me hatin taloqkirin. Divê hevala me ya bi navê Pinar Ozalp di 9’ê çileyê de bihata berdan, lê belê bêyî ku tu sedeman nîşan bidin, berdana wê sê mehan taloq kirin. Tevî ku heval ji ber madeya AYM’ê betal kiriye ya ‘tevî ku ne endama rêxistinê ye, ser navê rêxisitinê sûc kirinê’ hatiye darizandin û ceza stendiye. Li gel vê jî tevî ku cezayê wê xelas bûye, neyê berdan. 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Di demên dawî de weke sîstematîk her hevala ku nû tê girtin, ji lêgerîna tazî derbas dikin. Bi taybetî jî dema rastî nobeta sergardiyan tê, her hevala ku nû tê, rastî îşkenceya lêgerîna tazî tê. Ser vê mijarê jî hevdîtinên me yên bi rêveberiyê re jî bênencam dibînin.”