‘Jin dê di sedsala 21’emîn de bibin hosteyê sînemayê’

  • jin
  • 11:33 8 Gulan 2018
  • |
img
AMED – Avakara Koperatîfa Jinan a Fîlmmor Melek Ozman diyar kir ku dê di sedsala 21’emîn de jin bibin hosteyên sînemayê. 
 
Koperatîfa Jinan a Fîlmmor ku hêz û hêviya xwe ji jinnan digire 16 sal e di çarçoveya Festîvala Fîlman a Fîlmmor lig elek bajarên Tirkiyeyê tê lidarxistin. Rawestgeha dawî ya Festîvalê ya îsal li Amedê ye. 
 
Avakara Koperatîfa Jinan a Fîlmmorê Melek Ozman got ku ew vê mihrîcanê bi armanca jiyan, pirsgirêk û xeyalên jinan bi objektîfên wan raxin ber çavan li dar dixin. 
 
‘ZAYENDPERESTÎ LI SER SÎNEMAYÊ JÎ BANDOR DIKE’ 
 
Ozman anî ziman ku li her qada serdestiya zilam xwedî hikume li dijî jinan jî zayendperestî heye û bi OHAL’ê re nêzîkatiya zayendperestî li dijî jinan zêde bûye û ev yek bandora xwe li ser huner û sînemeyê jî dike. Ozman diyar kir ku beriya qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê bikin ew di 2015’an de ji bo festîvalê hatibû Amedê û li salonên Amedê jin êdî li salonan bicih nedibûn. Ozman da zanîn ku ji ber pêvajoya heyî jin zêde nayên festîvalê û gelek jinên wê demê girtî ne û ji ber qeyûman jî nikaribûn e li salonên şaredariyan festîvala xwe li dar bixin. 
 
‘JIN DÊ BIBIN HOSTEYÊ SÎNEMAYÊ’ 
 
Ozman destnîşan kir ku li her qadê çawa zilam serdest in li qada huner û sînemayê jî serdestiya zilam heye û got: “Festîfalên berê zilaman li dar dixist. Lê va êdî em jî dikarin festîvala li dar bixin. Jin di her warî de serkeftîtir e. Dê objektîfa jinan sînemageriyê dewlemendtir bike. Di sedsala 21’emîn de li qada sînemayê dê jin bibin hoste.” Ozman got ku li cihê OHAL lê hebe kes nikare behsa azadiyê bike û riya azadiyê dê jin vebikin.