Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 23:18 21 Çile 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li gundê Dara yê girêdayî navçeya Artûklûyê zilamê bi navê Şiyar Ecevît, hevjîna xwe Vetfa (Behiye) Ecevît qetil kir. 
 
Li gundê Dara yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê zilamê bi navê Şiyar Ecevît, hevjîna xwe Vetfa (Behiye) Ecevît (25) ku beriya 3 rojan zarokek anî ser dinê qetil kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Şiyar Ecevît, piştî ku Behiye Ecevît bi kêrê qetil kir, agahî da malbata xwe. Malbata wî ya çû cihê bûyerê agahî da tîmên tenduristiyê. 
 
Tîmên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê jina ciwan bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê. 
 
Behiye Ecevît a rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan nehate xelaskirin. Cenazeyê Behiye Ecevît rakirin morga nexweşxaneyê, faîl jî teslîmî leşkeran bû.