Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?

  • jin
  • 09:07 22 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Sekretera Giştî ya Jinan a KESK'ê Done Gevher Koyun anî ziman ku hewcehî bi modela meclisa ku hemû pêdivî bi hevre tên wezinandin û hilberîna çareserîyê bi hevre tê kirin heye û wiha got: "Şaredariya demokratîk bi xebatek hevpar ku her kes xwe tevlê bike pêkan e. 
 
Li Tirkiyeyê hilbijartina rêveberiyên herêmî dê di 31'ê Adarê de pêk bê. Ji niha de partiyên siyasî dest bi xebatan kirine û lez dane xebatên xwe. Rêxistinên jinan jî ji nêz ve pêvajoya hilbijartinê dişopînin. Jinên ku li kolanan û qadên cemaweriyê vîna wan tune tê hesibandin, xebat, helwest û polîtîkayên partiyên siyasî yên hilbijartinê ji nêzîk ve dişopînin. Têkildarî xebatên hilbijartinê û polîtîkayên şaredariyên demokratîk Sekretera Giştî ya Jinan a KESK'ê Done Gevher Koyun, nirxandinên girîng kirin. 
 
'DIBISTANA DEMOKRASIYE' 
 
Done Gevher Koyun anî ziman ku ji ber şaredarî û rêveberiyên herêmî di xebatên çareseriya pirsgirêkên meseleyên çandî, civakî, aborî û binesaziyê de raste rast bi gel re niqaş dikin û bi gel re li çareseriyê digerin, gelek girîng e û wiha got: "Ji ber ku gelek rengên nûnertiya siyasî di nava xebatan de heye wekî 'Dibistana demokraksiyê ye' Eger pêvajo û pergal li gorî pîvan û rêgezan pêş bikeve wê demê ev dibistana demokrasiyê bêtir bi wate dibe û encamên serkeftî bi dest dixe. Li Tirkiyeyê feraseta rêveberiyên herêmî ji feraseta meclîsa giştî ya Tirkiyeyê ne cuda ye. Çawa ku di rêveberiya giştî ya Tirkiyeyê de navendîbûn û yekperestî hebe, di rêveberiyên herêmî de jî heman feraseta navendibûn û yekperestî heye. Di rêveberiyên herêmî de demokrasiya nûneriyê heye. Di 5 salên rêveberiyên herêmî de meclisên şaredariyê û konseyên bajar bêtesîr in. Civak û şaredar tê hemberî hev. Her tişt di însafa Şaredar de ye." 
 
Done Gevher Koyun, da zanîn ku her çend hin polîtikayên ku vê ferasetê biguherînin bên nûkirin ji dîsa Rêveberiyên Navendî destûr nadin vê yekê û wiha axivî: "Van zextan hin caran bi rêya qeyûm, hin caran bi rêya mufetişên Îdareya Taybet a Bajar pêk tînin. Hemû kar û xistema şaredariyê dixin kontrola yek kesî." 
 
DIVE BUTÇE LI GORİ PARASTINA ZAYENDA CIVAKİ BE RASTKIRIN
 
Gevher Koyun, destnîşan kir ku ji bo jin di nava civak û raya giştî de bê dîtin û qebûlkirin, divê di Peymana Karê Komî (TİS) de planên butçeyê li gorî pêdiviyên jinan, ewlehiya mafê jinan û daxwazên jinan bên amadekirin û wiha pêde çû:"Divê rêveberiyên herêmî berî her tiştî pêdiviyên jinan, zarokan, astengdaran û kesên hatine wêdekirin li ber çavan bigire û esas bigire. Divê berî her tiştî ji bo wan polîtîkayan pêş bixe. Rêveberiyên herêmî xwedî butçeyek xweser e. Dema plansaziya butçeyê tê kirin divê pêdiviyên jinan esas bê girtin. Li gorî parastina zayenda civakî bê plankirin. Divê ji bo zarok û jinan qirej bên avakirin, NAvendên Jiyana Jinan bên avakirin, qadên jiyanê bên avakirin. Divê ji bo jinên xizan û malbatên xizan pergala kooperatifê bê avakirin. Divê rêxistinî li ser esasê komunê bê avakirin. Dema ev pergal pêş bikeve dê jin bêtir bê dîtin û vîna wê derkeve pêş. Divê ji bo jinan qadên pêşxistina pîşeyan ava bike." 
 
DIVE CIVAK U ÇARESERIYE BIKE NAVENDA XWE 
 
Koyun da zanîn ku cihê tevlêbûna siyasî pêş bikeve û vîna jinan derkeve pêş rêveberiyên herêmî ne û wiha pêde çû: "Ji bo vê yekê divê ji bingeha civakê de dest bi xebatê bike. Divê pêvajoya demokrasiyê ji bingeha civakê de dest pê bikin. Ji bo vê yekê divê li taxan meclis bên avakirin. Divê meclisên bajar û meclisên navçeyan bên avakirin. Divê çareserî li van qadan bi hevre bê pêşxistin. Divê pêdiviyên bajar bi hevre bên diyarkirin. Pirsgirêk bi hevre bên çareserkirin. Disa divê polîtîkayên ku hevsengiya ekolojiyê diparêze bên pêşxistin. Mixabin yek ji pirsgirêkên rêveberiyên herêmî ya herî bi êş plana îmarê ye. Di mîmara bajar de ekolojî li ber çavan nayê girtin. Divê pergala meclisa jinan û meclisa astengdaran der barê xwe de biryaran bigirin bên avakirin. Divê li bajarekî astengdar û jin bi hêsanî û ewle karibin bijîn. Divê nerîn û vîna hemû hêz û pêkhatiyên bajar li ber çavan bê girtin û esas bê girtin. Divê her kes karibe vîna xwe tev li biryaran bike. Wê demê mirov dikare bêje Şaredarvaniya demokratîk heye." 
 
BAJAREN DOSTEN JINAN 
 
Koyun, bilêv kir ku dema şaredariyên vîna pêkhate, vîna jinan, vîna astengdaran li ber çavan bigire û bi fikr û nerînên wan bê rêveberin wê demê Bajarên Dostên Jinan pêkan e. Koyun, bibîr xist ku divê berî her tiştî wekheviya zayendî li ber çavan bê girtin û nakokiyên di navbera jin û bêr de ji holê bê rakirin. Koyun, anî ziman ku divê têkiliya di navbera zayendan de li ser esasê demokrasiyê pêş bikev û wê demê mirov dikare qala Şaredarvaniya Demokratîk bike. Koyun, bibîr xist ku dem bi dem li ser esasê ku vîna jinê û demokrasî pêş dikeve şaredarvanî tê kirin û biryar tên girtin û wiha got: "Dem bi dem pergala fermuarê û hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de pêş dikevin, jin û mêr vîna wan wek hev tên girtin. Lê mixabin ji ber polîtîkayên ku li ser dijminantiya vê pergalê pêş dikevin, ev pergal têk diçe. Qeyûm tayîn dikin û rê li pêş şaredariyên demokratîk digirin." 
 
Koyun, bal kişand ser şaredariyên dostên jinan û wiha berdewam kir: "Şaredariyên ku dostên jinan e; bi kar û xebatên ku nûnertiya jinan esas tê girtin, wekheviya jin û mêr esas tê girtin, pergala hevserokatiyê esas tê girtin û Serokatiya Daîreya Polîtîktayên Jinan tên pêşxistin pêkan e." 
 
ÇARESERİ ÇIYE? 
 
Koyun li ser çareseriyê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: "Çareserî civaka demokratîk e. Divê cudakarî zayendperestî tune be. Divê nijadperestî û olperestî tune be. Divê polîtîkayên şer tune be. Divê hemû polîtîka li ser esasê pir rengî, pir zimanî, pir çandî, wekhevî, aştî û edaletê pêş bikeve."