Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn

  • jin
  • 13:46 29 Çile 2024
  • |
img
DÎLOK - Halîl Çaglar, hevjîna xwe Yuksel Çaglar û 2 birayên wê qetil kirin, xwişka Çaglar û keça xwe jî birîndar kirin. 
 
Li Dîlokê Halîl Çaglar (47) hevjîna xwe û 2 birayên wê qetil kirin. Keça xwe û xwişka hevjîna xwe jî birîndar kirin. 
 
Yuksel Çaglar a bi awayekî sîstematîk tundî lê dihate kirin, çû cem malbata xwe ya li Taxa Belkis a navçeya Belkîs a Dîlokê dijîn. Halîl Çaglar ê roja din bi hinceta ku “pê re biaxive” çû mala Yuksel Çaglar lê dijî, li vir bi çekê êrişî hevjîna xwe Yuksel û birayên wê Mehmet û Ahmet Oymak kirin. Yuksel Çaglar û birayên wê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Êrişkar xwişka Yuksel Çaglarê, Adîle Oymak û keça xwe Nîmet jî bi çekê birîndar kir. 
 
Faîl Çaglar ê ji cihê bûyerê revî, li navçeya Bêrecûk a Rihayê bi heman çekê xwe kuşt. Hate zanîn ku rewşa birîndaran giran e.