Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin

  • jin
  • 16:57 29 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê 5 roj in berdewam dike, îro jinan domand. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li girtîgehan hatiye destpêkirin berdewam dike. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê, bi armanca piştgiriya girtiyan çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakî di roja 5’emîn de berdewam kir. 
 
Kadriye Ozgan a di çalakiya grevê de wiha got: “Îro em weke dayik û jin di grevê de ne.” Ozgan, xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan were rakirin û wiha got: “Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û hemû siyasetmedarên me dîl hatine girtin. Em vê qebûl nakin. Li ser Serokê me (Ocalan) 25 sal in tecrîd tê meşandin. Ne destûrê didin ku malbata xwe ne jî parêzerên xwe bibînin. Heke tecrîd rabe dê li ser kurdan jî tirkan jî rabe.”
 
Ozgan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ez weke dayikeke gerîla, dayikeke aştiyê ne dixwazim xwîna zarokên tirkan ne jî ya zarokên kurdan birije. Ez ji vir bang li dayikên leşkeran jî dikim; werin em dest bidin hevdu û aştiyê pêk bînin. Heke aştî çêbibe dê bi destdayîna her du aliyan bibe.”
 
Çalakiya îro, tenê ji aliyê jinan ve hate meşandin. Hate zanîn ku dê çalakî sibê bi dawî bibe.