Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne

  • jin
  • 15:10 3 Sibat 2024
  • |
img
AMED - MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger de diyar kir ku di meha çileyê de jî jinên rojnameger hatine darizandin û hat ragihandin niha 9 jinên rojnameger ji ber xwestine karê xwe bikin, di girtîgehan de tên girtin. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê eşkere kir. Li gorî rapora MKG'ê ya meha çileyê niha 9 jinên rojnameger di girtîgehan de ne. Her wiha li gorî raporê di meha çileyê de danişîna 18 dozên têkildarî azadiya ramanê û rojnamegeriyê hatine lidarxistin. Di 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de jî ji ber dozên li rojnamegeran hatine vekirin, rojnameger mecbûr man li dadgehan xwe biparêzin. 
 
Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a MKG'ê wiha ye:
 
"Binpêkirina mafên rojnamegeran bi awayekî zêde dewam dike. Bi taybet jî binpêkirina mafên jinên rojnameger hîn zêde ne. Di meha ewil a sala 2024’an de jî mafên jinên rojnameger hatin xespkirin. Hatin astengkirin ku pîşeya xwe ya rojnamegeriyê bikin. Li Tirkiyeya ku azadiya ramanê û ravekirinê lê tê astengkirin zextên di qada weşan û çapemeniyê de jî her diçe zêde dibin. Dema em li rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê dinêrin em dibînin ku atmosfera li Tirkiyeyê li çi astê ye. Wekî her mehê vê mehê jî pîşeya rojnamegeriyê û çapemeniya azad bûn hedef. Dozên jinên rojnameger jê tên darizandin vê mehê jî dewam kirin. Wekî gelek jinên rojnameger Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî hîn tê darizandin. Di duyemîn rûniştina doza di 18’ê çileyê de hat lidarxistin de nehat berdan. Li vî welatê ku faliyetên rojnamegeriyê lê wekî sûc tê dîtin têkoşîna jinên rojnameger ên serî natewîne dewam dike. 
 
GEF LI ROJNAMEGERÊN NÛÇEYAN DIŞOPÎNIN TÊ XWARIN 
 
Niha 9 jinên rojnameger ji ber ku xwestine karê xwe bikin di girtîgehan de tên girtin. Jinên li derve, li qadan nûçeyan dişopînin jî gef li wan tên xwerin. Peyamên gefxwarinê ji ser hesabê medyaya dîjîtal ji rojnameger Medine Mamedoglu re hatin şandin. Tevî vê yekê bi ‘Zagona Dezenformasyonê’ ya di cotmeha 2022’yan de ket meriyetê, sansur û zextên li dijî rojnamegeran dewam kirin. 
 
Li dijî zext, sansur, binçavkirin û girtinan kesek nikare mafê çêkirina nûçeyan a rojnamegeran û derketina rastiya heqîqetê xesp bike. Bi sepana dezenformasyonê tê xwestin mafê çêkirina nûçeyan a rojnamegeran ji destên wan bê girtin. Ji bo ev êriş û neheqî bi dawî bibin, derketina pêş a rihê yekîtiyê ya li qadan jêveneger e. 
 
Di meha çileyê de rûniştina 18 dozên têkildarî azadiya ramanê û rojnamegeriyê hatin lidarxistin. Di 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de jî ji ber dozên li rojnamegeran hatine vekirin, rojnameger mecbûr man li dadgehan xwe biparêzin. Ji bo rojnamegerekê salek û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn, rojnamegerek hat binçavkirin, doz li rojnamegerekê hat vekirin, gef li rojnamegerekê hat xwarin. 6 jinên rojnameger ên ku li dijî derxistina ji kar ber bi grevê ve çûn û çalakiya wan dewam dike emniyetê ji bo îfadeyê bangî wan kir. 24 nûçe û 219 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Dîsa sîteya înternetê ya rojnameya kurdî Xwebûnê hat astengkirin. Li gor rapora me tevî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî di nav de 9 jinên rojnameger niha di girtîgehan de tên girtin.
 
Lîsteya jinên rojnameger ên girtî:
 
1-Derya Ren - Nûçegîhana JINNEWS'ê
2-Dîcle Muftuoglû - Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Dîcle Firatê (DFG)
3-Dîlan Oynaş – Xebatkara Azadiya Welat 
4-Dilşah Kocakaya – Rojnameger
5-Elîf Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş 
6-Hatîce Dûman –  Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim
7-Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê 
8-Ozlem Seyhan – Rojnameger
9-Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabah 
 
Rojnamegerên di meha çileyê de ji girtîgehê hatin tehliyekirin: Nazli Ilicak, Sibel Mustafaoglu "