Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne

  • jin
  • 09:50 4 Sibat 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmên erdhejê hêj jî birînên gel nehatine pêçandin û li hêla din jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne. Rêxistinên jinan diyar kirin ku li dijî vê rewşê tişta divê ji ewilî bê kirin xwe birêxistinkirin e. 

Bi ser erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ên navenda wan Mereşê de salek derbas bû lê hêj jî birînên xelkê herêmê nehatine pêçandin. Di erdhejê de li Hatayê wêraniyeke mezin çêbû û hêj pirsgirêk li şûna xwe disekinin. Bi taybet jî jin bi gelek pirsgsirêkan re rû bi rû ne. Gelek jin di nava çirava xizanî û tundiyê de ne. Jiyana di bin konan de, tengbûna qadên kar, giranbûna sexbêrkirina zarok, kal û pîr û nexweşxan di heman demê de tundiya li ser jinan û xizaniyê zêdetir dike. 
 
Piştevaniya di rojên ewil de kêm bûye û jin di mijara peydakirina pêdiviyên hîjyenê de zehmetiyan dikêşin. Tundiya li dijî jinan a di bin konan û konteyniran de zêde bûye û jin di van mekanan de hatine hefskirin. Ji ber ku derfetên peydakirina kar kêm bûne, jin li dijî xizaniyê hewl didin debara xwe bi komkirina hesinên li ber fîrmayên înşaetê yên dewlemendan bikin. 
 
Yek ji mexdûrên erdhejê yên li Hatayê jî Îlknûr Kazan e ku di vê pêvajoyê de Komeleya Piştevaniya Mor nas kir. Kazan, mexdûra erdhejê bû lê niha li vê herêmê weke dilxwaz dixebite. Ji bo jinên li taxê dixebite û qala tiştên ku jinên taxê ev saleke dijîn kir. Kazan, da zanîn ku li taxa wan hilweşîneke mezin çêbûye û wan jî bi înşaeteke prevabrîk Komeleya Piştevaniya Mor vekiriye. Kazan, wiha got: “Jin hewl didin di nava kavilan de jiyaneke nû biafirîni. Hêj jî pêdiviyên wan nehatine pêşwazîkirin. Kolanên ku beriya erdhejê ji bo jinan ne bi ewle bûn, piştî erdhejê ji ber ku ronahî tune ye hêj bêhtir nebiewle bûne. Ji roja ewil heta niha sexbêra kon û konteynirê û keda li wir tê dayîn li ser milên jinan e. Bi erdhejê re tundiya di nava kon û konteyniran de zêde bû. Di demên dawî de herî zêde pirsa ‘li ber hevberdanê me, gelo kesek heye alîkariya hiqûqe bide? ye. Gelek jin bi pirsgirêka îstîhdamê tên.” 
 
NIKARIN JI MEKANÊN TUNDIYÊ LÊ DIBÎNIN DERKEVIN 
 
Kazan, got ku gelek jinên xwe digihînin wan dibêjin ku qadên xebatên wan nînin û wiha domand: “Yên dixwazin hevjînê xwe berdin jî dibêjin ji ber rewşa aborî nikarin hev ber bidin. Lewma neçar dimînin ku bi wan zilaman re bizewicin. Mercên xebatê yên jinan nînin û pêdiviyên wan ên hîjyen û tenduristiyê jî nayên pêşwazîkirin. Ji ber sexbêrkirina zarok, kal û pîran û nexweşan, jin nikarin bixebitin û ev jî rê li ber xizaniyê vedike. Piştevanî, hêz dide mexdûrên erdhejê yên jin. Di serdemên ewil ên erdhejê de me li taxan û di bin konan de piştgiriya derûniyê û hiqûqî da jinan. Her wiha di mijarên plates û jin/mafên mirovan de me perwerde dan. Pêdiviya jinan bi piştevaniyê hebû û em jî ya ji dest tê dikin. Divê em hêrsa xwe li dijî berpirsyarên ku kon difirotin, kon dereng şandin û alîkarî neşandin be. Ya herî girîng jî xwebirêxistinkirin e.”
 
HESINAN KOM DIKE Û DIFIROŞE
 
Jina bi navê N.A. ku dema li ser kavilekî hesin kom dikir em lê rast hatin, yek ji wan jinan ku piştî erdhejê xizaniya aborî dijî û rastî tundiya mêr hatiye. Piştî ku alîkarî hatin qutkkirin, sexbêra yek jê astengdar du zarokan ma ye ser milê wê. N.A. dixwaze pirsgirêkên xwe vebêje lê ji ber hevjînê xwe ditirse. N.A., wiha got: “Hevjînê min nabe alîkar. Em di bin konê de dimînin. Bo me konteynir derneket. Li Hatayê cihekî ku jin lê bixebitin nema ye. Lewma em tên ser kavilan hesinan kom dikin û difiroşin. Zarokek min nexweş e û ya din jî bo keçek ciwan. Pêdiviyên wan hene û ez neçarim vî karî bikim.” 
 
REWŞA LI AMEDÊ
 
Komeleya Awayê Piştevaniyê ya Jin (DAKAH-DER) û Komeleya Jinan a Rosayê ku ji roja ewil ve li qadên erdhejê bûn, qala mexdûrên erdhejê yên jin ên li Amed û Semsûrê kirin. 
 
Ji parêzerên Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê ve li gel Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê tavilê ketine nava liv û tevgerê. Polat, got ku hem li Amedê hem jî li Semsûrê xebatên alîkarî însanî û koordînasyonê meşandine û wiha domand: “Piştî pergala li Amedê rûniştî, me dest bi alîkariya bajarên derdorê kir. Me di bin sîwana platformê de li Amedê Koordînasyona Krîzê ya Jin, Zarok û LGBTÎ+’yan ava kir. 200 dilxwaz hebûn. Piştre jî me komeke ji 16 kesan ava kir ku her sê rojan carekê çûn Semsûrê. Hevalên me li gundan geriyan û pêdivî tespît kirin. Di çarçoveya van xebatan de me hewl da pêdiviyan pêşwazî bikin.” 
 
‘ÎKTÎDARÊ JI BO VEŞARTINA SERSARIYA XWE OHAL ÎLA KIR’ 
 
Polat, anî ziman ku di pêvajoya erdhejê de gelek saziyên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û aktîvîstên jin ên ji deverên cuda yên Tirkiyeyê hatin rastî astengkirin, binçavkirin û gefan hatine û wiha domand: “Îktîdarê ji bo veşartina sersariya xwe OHAL ragihand. Hewl da wê piştevaniya nûwaza ya civakî weke xebata xwe nîşan bide. Ji bo parastina jinan a ji tundiyê tu plan nexistin dewrê. Gelemperiya jinan nekarîn xwe bigihînin alavên hîjyenê. Vê jî rê li ber enfeksiyon û nexweşiya vekir. Hêj jî gel pirsgirêkên weke ava paqij û pêdiviyên sereke dijî. Ji bo çareserkirina pirsgsirêkan çi ji destê me bê em dikin û dê bikin.” 
 
TUNDIYA ZAYENDÎ Û PSÎKOLOJÎK ZÊDE BÛYE
 
Endama DAKAH-DER’ê Şîrvan Yakut jî diyar kir ku hêj jî jinan travmayên erdhejê li ser xwe neavêtine û wiha got: “Di bin konan de rastî gelek zehmetiyan tên. Hem ev rewşa travmatîk hem jî ked û karê nava malê wan bêhtir dide zorê. Jinan ji ewil pêdivî bi alîkariya psîkolojîk nedidîtin. Lê bi xebatên piştre ev rewş derbas kirin. Jin hem rastî tundiya zayendî tên hem jî ji ber zêdebûna berpirsyariyan rastî tundiya psîkolojîk tên. Di bin konan de dimînin lewma jiyaneke wan a taybet nema ye. Lewma tundiya zayendî zêde bûye. 
 
‘DIVÊ PIŞTEVANÎ BIDOME’
 
Yakut, axaftina xwe wiha qedand: “Divê piştevanî bê domandin. Em dikarin bibêjin ku di demên pêş de hewcehî dê bi piştgiriya psîkolojîk hebe. Ji ber ku jinan ev hinek dereng qebûl kirin. Mixabin hêj jî pirsgirêkên weke ceyran, makîneya cilşûştinê, av û hwd. hêj jî dijîn. Dê her kes ji ber salvegera ewil dîsa bi bîr bîne lê dê dîsa jibîr bikin. Pêdiviya wan her tim bi alîkariyê heye. Lewma divê piştevaniya bi wan re bidome.” 
 
MA / Yusra Batihan - Şîlan Çîl