Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin

  • jin
  • 09:04 5 Sibat 2024
  • |

ÊLIH - Dayikên Aştiyê yên li Êlihê di Nobeta Edaletê de cih digirin, diyar kirin ku dixwazin ji Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda mutleq de agahiyekê wergirin. 

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke mûtleq de tên ragirtin 35 meh in agahî nayê girtin. Hemû serlêdanên ku parêzer û malbat dikin bi hinceta cezayên “dîsiplînê” tên astengkirin. Li girtîgehan li dijî vê rewşê di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Girtî di heman demê de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd daxwaz dikin. Bi heman daxwazan li gelek bajaran jî çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin. 
 
‘EM ÎŞKENCEYÊ BI DAWÎ BIKIN’ 
 
YeK ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag a li Êlihê di Nobeta Edaletê de cih digire wiha got: “Divê jin, ciwan û dayik toreke têkoşînê ava bikin û li dijî polîtîkayên dewletê yên zext û zilmê bibin yek. Em ji girtiyên di nava çar dîwaran de têkoşînê mezin dikin re bibin deng. Em ji vir bang li gelê Êlihê dikim. Hema bêje xizmekî herkesê di girtîgehê de tê ragirtin. Werin em vê îşkenceyê bi dawî bikin. Em bi girtiyan re di nava piştevaniyê de bin.”
 
Akdag, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Bi milyonan mirov dixwazin ji birêz Abdullah Ocalan agahiyê bigirin. Ji her aliyê cîhanê gel ji bo wî li qadane. Li vir hem çalakiya greva birçîbûnê hem jî ‘Meşa Azadiyê’ heye.”
 
Dayikeke din a Aştiyê Horî Acarê jî wiha got: “Berxwedana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan planên hêzên emperyalîst pûç kirin. Heke li ser xeta birêz Ocalan têkoşînek were meşandin dê gelê kurde serbikeve. Heta niha wiha bû. Temamê destkeftiyan jî bi saya rêya ku birêz Ocalan xêz kiriye ye. Divê ji bo birêz Ocalan ê ev rê xêz kir û gelê kurd azad kir herkes destê xwe deyne binê kevir.”
 
Acar, ê kesên tev li Meşa Azadiyê bûne silav kirin ev tişt gotin: “Ev meşeke ku dê derbasî dîrokê bibe ye. Meşeke ku komploya 15’ê Sibatê pûç bike ye. Em spasiyên xwe pêşkeşî kesên tev li bûne û piştgirî dane dikin.”
 
‘DESTHILAT NEÇARE BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’ 
 
Sûltan Azboy jî wiha axivî: “Li gelek aliyên cîhanê kurd ji bo birêz Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Azadiya xwe dixwazin. Li girtîgehan li ber xwe didin. Li bajarên Ewropayê li ber xwe didin. Li 4 parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Çi dikin bila bikin ev gel dest ji birêz Ocalan bernade. Her roja ku diçe xwedîderketineke zêdetir derdikeve holê. Çalakiya greva birçîbûnê, Nobeta Edaletê û Meşa Azadiyê çend ji van e. Em demekî dirêje ji birêz Ocalan agahiyê nagirin. Bila herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe û li gorî wê tevbigere. Desthilat neçare ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”