Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin

  • jin
  • 11:00 14 Sibat 2024
  • |
img
DÎLOK - Kesê bi navê Cemal Yilmaz li navçeya Şahînbeyê jina bi navê Gulhan Korkmaz û kurê wê qetil kir. Kujer Yilmaz hate girtin. 
 
Kesê bi navê Cemal Yilmaz (58) di 12’ê sibatê de li Taxa Geylanî ya navçeya navendî ya Şahînbeyê ya Dîlokê hevjîna xwe ya mehra wan a olî hebû Gulhan Korkmaz (50) û kurê wê Kasim Akkurt (26) qetil kir. Kujer Yilmaz piştî komkujiyê reviya bû lê hate binçavkirin. 
 
Kujer Yilmaz piştî îfadeya li emniyetê anîn Edliyeya Dîlokê û hate girtin.