Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin

  • jin
  • 15:39 1 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate dayîn. Jinan got; “Ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê ve em ê govenda herî mezin bigerînin” û banga daketina qadan kirin. 
 
Jinan li gelek bajaran starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Jinan bi peyama “Em ê her qadê ji mejiyê zilaman paqij bikin” banga daketina qadan kirin. 
 
MÛŞ
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Mûşê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan. Her wiha bernameya çalakiyan hate eşkerekirin. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Mûşê Tuba Sayilgan, Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz, rêveberên bajar û gelek jin tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Her der berxwedan, her dem azadî” hate hilgirtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Çîçek Tutuş ve hate xwendin. 
 
Tutuş, anî ziman ku 8’ê Adarê ruhê serhildanê, berxwedan û azadiyê ye. Bi domdarî Tutuş bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê da û got ku xetere li ser jiyana jinan çêkiriye. Her wiha Tutuş bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û da zanîn ku bi sedan jin di encama vê polîtîkayê de hatine qetilkirin. Tutuş, dê hêrsa xwe birêxistin bikin, biherikin qadên 8’ê Adarê û got: “Em ê bibêjin ‘her der berxwedan her der azadî’ û bi motîvasyona ji qadên 8’ê Adarê em ê li dora agirê Newrozê govenda xwe ya herî mezin bigerînin.” 
 
Parlamenter Sumeyye Boz jî di daxuyaniyê de axivî. Piştî axaftinan, bernameya Mûşê ya 8’ê Adarê hate eşkerekirin. Bername wiha ye: “Di 3’yê adarê de dê li Gimgimê, di 4’ê adarê de li Milazgirê bi jinan re hevdîtin bên kirin. Di 5’ê adarê de dê li Têlîyê bi jinan re hevdîtin were kirin û piştre ji jinên girtî re qert bên şandin. Di 6’ê adarê de dê li Kopê hevdîtin bi jinan re were kirin, di 7’ê adarê de li navenda Mûşê buroşûr bên belavkirin û di 8’ê Adarê de jî  li navendê şahiya jinan bê lidarxistin.” 
 
AMED 
 
Meclisa Jinan a KESK’ê starta çalakiyên 8’ê Adarê da. Daxuyanî li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Berdevka Demê ya Meclisa Jinan a KESK’ê Hatun Leyla Tuncer ve hate xwendin. 
 
Tuncer, anî ziman ku ew ê di çarçoveya 8’ê Adarê de bi dirûşma “Keda me, bedenê me û nasnameya me ye; di têkoşînê de bibiryar di azadiyê biisrar in” li qadan bin. Tuncer, bang li hemû jinan kir ku tev li têkoşîna wan bibin. 
 
ÎZMÎR
 
Girtiya bi navê Kubra Fîlîz li ser navê girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê peyamek şand. Di peyamê de 8’ê adarê li jinan hate pîrozkirin û têkoşîna jinan hate silavkirin. 
 
MÊRSÎN
 
TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk bi daxuyaniyekê starta çalakiyan dan. Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a OHD’ê, Komeleya Jinan a Mîmozayê û gelek rêxistinên jinan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” û dovîzên “Bijî 8’ê Adarê” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş ve hate xwendin. 
 
Bernameya 8’ê Adarê ya Mêrsînê wiha ye: “Di 2’yê adarê saet di 14:00'an de dê li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê piştî vekirina buroya hilbijartinê biçin serdana Nobeta Edaletê. Di 3’yê adarê saet di 14:00'an de dê li navçeya Toroslarê panela jinan bê lidarxistin. Di 4’ê adarê saet di 10:30'an de dê li gel ÎHD’ê ji girtîgehan re qert bên şandin. Di 4’ê adarê saet di 14:00'an de dê li navçeya Yenîşehîrê meşa bi defê were lidarxistin. Di 5’ê adarê saet di navbera saet 10:00 û 15:00’an de biçin serdana karkerên narenciye û tekstîlê. Di 6’ê adarê saet di 14:00'an de dê li Taxa Çayê civîneke berfireh a jinan bê lidarxistin. Di 7’ê adarê de di tevahiya rojê de mal bi mal, kolan bi kolan belavok bên belavkirin û bangawaziya 8’ê Adarê bên kirin. Di 8’ê adarê saet di 12:00'ê de dê li Taxa Şevket Sumerê meş bê lidarxistin. Di 8’ê Adarê saet di 18:30'an de dê ji Kolana Kuşumatoyê  ber bi Qada Ozgecan ve meşa şevê ya femînîst bê lidarxistin.”