Çerkezoglu: Beşdariya jinan a kar ji sedî 30 e

  • jin
  • 09:33 13 Cotmeh 2017
  • |
img

STENBOL – Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu diyar kir ku li Tirkiyê beşdariya jinan a kar ji sedî 30 e û got: “Ev rewş ji polîtîkaya desthilatdariyê ya jinê ne serbixwetir e.” 

Li gorî daneyên îstîhdamê Tirkiye yek ji welatên ku herî hindik jin lê dixebitin e. Tirkiye piştî welatê Hîndîstanê tê û welatê ku herî kêm jinan beşdarî kar dike ye. Têkildarî mijarê Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu axivî û behsa ev îstîhdam û hindik xebitîna jinan kir. 
 
‘BEŞDARIYA JINAN A KAR JI SEDÎ 30 E’ 
 
Çerkezoglu da zanîn ku li Tirkiyê wekheviya zayendiya civakî her ku diçe kûr dibe û got: “Ev ne wekhevî bandorê li ser îstîhdama jinan jî dike. Li Tirkiyê hêj beşdariya jinê ya kar li derdora ji sedî 30 e. Di salên dawî de her çiqas AKP bi projeyên cuda dixwaze jinan beşdarî kar bike jî lê ev xebata AKP tiştekî naguherî ne. Ji ber ku cewheriya kar li cihekî cuda ye. Dema mirov lê dinêre jinên tên xebitandin jî bê ewlehî û bi muceyên erzan dixebitin. Jin li qada xizmeta sektorê wek karkerê taşeron tên xebatindin û rastî her neheqiyan tên. Gotin û daxuyaniyên desthilatdariya siyasî jinan di asta karkerên duyemîn û mirovê duyemîn de dibîne. Dema mirov lê dinêre polîtîkaya AKP’ê ya ji bo jinan viya derdixe pêşberî mirov.” 
 
‘JIN DI ÇÎNA DUYEMÎN DE TÊN DÎTIN’ 
 
Çerkezoglu destnîşan kir ku jinên di qada kar de bêwekheviya dijîn ji polîtîkayên jinan ne serbixwetir e û daxwaz û bendewariya jinan di bin bendewariya îstîhdamê de ye. Çerkezoglu anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê keda jinê di çîna duyemîn de dibîne û ev yek bêtir tê bêewlehkirin. Çerkezoglu diyar kir ku di hedefa her tiştî de jin hene. 
 
‘DIVÊ JIN DI NAVENDA BERXWEDANÊ DE BIN’ 
 
Çerkezoglu da zanîn ku demek ku pêdivî bi her awayî bi têkoşîna jinê û hevgirtinê heye di hedefa sermayederan de jin hene û got: “Çawa jin ku di hedefa sermayedaran de divê ku jin di navenda berxwedanê de jî cih bigirin. Pêwîste li hember bênirxkirina keda jinê helwestek serferberî bê dayîn û li hember vê bê sekinandin.” 
 
MA / Necla Demîr