Li Aydinê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 10:51 14 Gulan 2024
  • |
img
AYDIN - Li navçeya Sûltanlar a Aydinê zilamê bi navê M.Y., Aylin Pekînê qetil kir. 
 
Li Taxa Atça ya navçeya Sûltanlar a Aydinê zilamê bi navê M.Y., Aylîn Pekînê qetil kir. Piştî agahîdayîna kesên li derdorê, tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gel mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê hat diyarkirin ku Pekînê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Pekînê ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Aydinê. 
 
M.Y. yê piştî qetilkirina Pekînê reviyaye, hate binçavkirin.