Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike

  • jin
  • 14:42 15 Gulan 2024
  • |
RIHA - Jinên li ber Şaredariya Bêrecûkê hatin bahev, ji Mehmet Begît ê ji DEM Partiyê îstîfa kir re ev bang kirin “Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike.”
 
Mehmet Begît ê li navçeya Bêrecûk a Rihayê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) weke hevşaredar hatibû hilbijartin di 29’ê nîsanê de îstîfa kiribû. Bertekên li dijî Begît didomin. Meclisên Jinan ên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Riha û navçeyên wê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya şaredariya navçeyê hatin bahev. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan û hevşaredarên jin ên herêmê yên bajar û navçeyan tev li bûn. Di daxuyaniyê de “Ji xespa vînê re na. Begît heke şeref û rûmeta te hebe îstîfa bike” û “Mirov her tiştê xwe difiroşe xwe nafiroşe. Begît îstîfa bike” hate vekirin û dowîzên “Derdê me Bêrecûk e, dertê te rant e” , “Ji diziyê prîm nîne, îstîfa bike” hatin hilgirtin.
 
Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas a di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em ê pêşiyê li dizan û xiyanetê bigirin. Em ê di têkoşîna xwe ya mafdar de heta bigihin serkeftinê li vir bin. Bila herkes bizane ku ev gel dê heta dawiyê xwedî li vîna xwe û partiya xwe derkeve.”
 
‘BIRÛMET TEVBIGERE ÎSTÎFA BIKE’ 
 
Manas, ê banga “Ev şaredarî ya gel e, vîna gel e. Birûmet tevbigere û îstîfa bike” li Begît kir, ev tişt gotin: “Kesê ku rêgezên rêveberiya partiya me, bi taybetî hevserokatî, rêveberiya zelal û gelparêziyê qebûl neke û sozên xwe pêk neyîne nikare bi vî gelî û endamên me yên meclîsê re bimeşe.”
 
Manas, da zanîn ku welatiyên tev li daxuyaniyên çapemeniyê dibin ji aliyê Begît ve gef li wan tê xwarin û wiha domand: “Hûn nikarin bi helwesta xwe ya çeteyi û bi gotinên xwe çavên vî gelî bitirsînî. Heke nexwazî di hişê gel de weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike.”
 
KAYA: BEGÎT ŞAREDARIYA DEMOKRATÎK HEDEF GIRT
 
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ya pişt re axivî, banga xwe ya îstîfayê dubare kir. Kaya, diyar kir ku helwesta ku Begît daniye holê partiya wan feraseta şaredariya gelparêz hedef digire û wiha got: “Ev nayê qebûlkirin. Ev yek ji aliyê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ve hate dîtin. Begît bi teklîfa bertîlê ya li hevalên me yên endamên meclisê û şantajê xwestiye rêya bêrûmetiyê veke. Lê hevalên me hem xwedî li rûmeta xwe hemî xwedî li vîna gel derketine.”
 
Kaya, destnîşan kir ku weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê xwedî li vîna gel derkevin û ev tişt got: “Ne tenê gelê Bêrecûkê çav û guhê hemû gelê kurd li vir e. Em vê xiyanetê bi rûreşiyê bi bîr tînin. Em bang li Begît û kesên pê re dikin, demildest îstîfa bikin. Em ê rê nedin nelirêtî û diziyên we.”