TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!

  • jin
  • 16:27 15 Gulan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Bi hedefnîşandana Wezîrê Karên Hundirîn yê berê Suleyman Soylû, aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê M. Mîraç Dînç hatibûn girtin û derbarê wan de doz hatibû vekirin. TJA vê yekê wek “doza kompasê” nirxand û destîşan kir ku a tê darizandin, têkoşîna jinan e. 
 
Di 4’ê kanûna 2021’an de li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê birayê Serokê navçeyê yê berê Cîhan Guven, Tahîr Guven di êrişekî çekdarî de hate kuştin. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê li tevahiya Şirnexê hatiye destpêkirin de 24 kes hatin binçavkirin. Piştî hedefnîşandana Wezîrê Karên Hundirîn ê berê Suleyman Soylû hedef nîşan da, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok, endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) M. Mîraç Dînç hatin girtin. Dozgerî bi îdiayên “Kuştina bi plankirî”, “Xerakirina yekitî û yekparbûna dewletê” xwest Gok û Dînç bi cezayê muebetê werin cezakirin.   Danişîna dozê têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin dê di 17’ê gulanê de were lidarxistin. 
 
TJA berî ku danişîn were lidarxistin li pêşiya Rêxistina navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xwest daxuyaniyê bide. Polîs bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiyê heye, destûr neda daxuyaniyê. Bi ser vê yekê aktîvîstên TJA’yê bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî rewşê dan û di baxçeyê avahiyê partiyê de daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên navçe û navenda Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Dorşîn Gok ne bi tenê ye” û “Vîn û têkoşîna jinan nayê darizandin” hatin hilgirtin. 
 
SULEYMAN SOYLÛ HEDEF NÎŞAN DA
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk daxuyanî da û ev tişt gotin: “Desthilata ku nikare vîna gelê kurd, ciwan û jinan bi zextan biçewisîne, serî li operasyonaên siyasî û dozên kompasê dide. Dîrok rizgariya Tirkiyeyê, bûye dîroka darizandin û qirkirinên siyasî û dozên kompasê. Yek ji van dozan jî doza kompasê ya aktîvîsta Sumeyye Gokê ye. Bi daxuyaniya Wezîrê Karên Hundirîn ê demê Suleyman Soylû, aktorên siyaseta demokratîk wek faîlên bûyerê hatin hedefnîşandan.”
 
‘YA TÊ DARIZANDIN TÊKOŞÎNA JINAN E’
 
Altûrk diyar kir ku di lêkolîna ATK’ê kiriye de derket holê ku qeyda deng ne aîdê Gok’ê ye û axaftina xwe wiha domand: “Darizandin heya roja me ya îro bi delîlekî tenê hatiye domandin. Di lêkolîna qeyda deng a bêhiqûqî hatiye kirin de, hat tespîtkirin ku qeyda deng ji bo lêkolînê ne guncav e.” Alturk da zanîn ku ew vê dozê wek “kompas” pênase dikin, da zanîn ku ew li pêşberî raya giştî dozê careke din teşhîr kirine û wiha derbirî: “Ev dozekî kompasê ya hatiya plankirî ye. Ya ku di vê dozê de tê darizandin têkoşîna jinan e.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên  “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.