Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin

  • jin
  • 13:05 16 Gulan 2024
  • |
img
ENQERE - Jinên di Doza Kobanê de tên darizandin daxuyandin ku ew “Ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Abdullah Ocalan werin pêkanîn” tev li danişîna îro ya biryarê nebûne. 
 
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin, hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, dest pê kir. Danişîna doza ku di raya giştî de weke  Tê payîn ku dê di vê danişînê de biryar were dayîn û 16 siyasetmedarên tev li danişînê nebûn. 
Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata, Zeynep Olbecî, Zeynep Karaman, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî û Pervîn Oduncu yên tev li danişînê nebûnê bi riya pêzerên xwe ve derbarê sedema tev li nebûna danişînê, peyam şandin. 
 
PEYAMA GIRTIYAN
 
Di peyama siyasetmadar Sebahat Tûncel nivîsandiye de wiha hate gotin: “Mafên Destûra Bingehîn û hemû mafên hiqûqî yên Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê tên ragirtin bi derveyî sepanên hiqûqê û bi hiqûqekî taybet tên xestpkirin. Tecrîda girankirî, polîtîkaya îzolasyonê bûye sepanekî sîstematîk. Ev sepane hem wek hiqûqî hem wek exlaqî îşkence ye. Heya îro hemû nerazîbûnên gelê kurd, dostên gelê kurd û hiqûqnasan wek nedîtî hate destgirtin. Ev pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, tê wateya xespkirina azadiyan, di heman demê de tê wateya bêçareserî hiştina pirsgirêka kurd, di rewşa pevçûnê de hiştinê, di Tirkiyeyê de jiyana demokrasiyê, aştî û bingeha jiyana wekheviyê asteng dike. Tecrîda di şexsê birêz Ocalan de tê sepandin, di heman demê de tecrîdkirina aştiya civakî û û demokrasiyê ye. Çareseiya pirsgirêka kurd, demokratîbûna Tirkiyeyê serwerkirina pergala hiqûqê ji dawîkirina tecridê û îzolasyola li Girtîgeha Îmraliyê derbas dibe. Ez ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan were pêkanîn dê tev li danişîna îro ya dadgeha we nebin.”