Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin

  • jin
  • 23:19 21 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL – Rojnamevan Esra Solîn Dal ku nêzî 25 rojan di bin tecrîdê de ma, diyar kir ku ew ê tim binivîsin ku li welêt tecrîd heye û got: "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin." 
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal ku di 26'ê Nîsanê de li Stenbolê hat girtin, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê derket. 
 
Xizmên Dalê, parêzerên wê û rojnamevanan Dalê li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Dal gava ji girtîgehê derket, li vir kurteaxaftinek kir. Dalê bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad û got ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê tecrîdê û jinan de hatiye girtin.
 
Dalê diyar kir ku ew ê tim binivîsin ku li welêt tecrîd heye û got: "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin."