Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide

  • jin
  • 13:28 22 Gulan 2024
  • |
img
AMED - Ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li ser newekheviya zayendî perwerdehiya hişyariyê tê dayîn.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê li Navendên Jiyana Jinan ên li taxên cuda ne, dest bi xebatên perwerdeyê kir. Xwendekarên jin û mamoste beşdarî perwerdeyên ku li Navendên Jiyana Jinan hatin lidarxistin bûn.
 
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz di perwerdeyên ku li Navendên Jiyana Jinan ên li Koşuyolu, Ben û Sen, Lalebey û Deriyê Mêrdînê hatin lidarxistin de axivî û projeyên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo jinan amade kiriye vegot û li daxwazên jinan guhdarî kir.
 
Paşê derûnnas Dîlan Guven der barê “Cins û têgînên zayendî û cudahiya têgehan” û “Rola zayendî û newekheviyên van rolan di civakê de” agahî da jinan.
 
Di çarçoveya bernameyê de 23'yê gulanê roja pêncşemê li Yenîkoyê û 24'ê gulanê roja înê jî li Navenda Jiyana Jinê ya Ahmet Arif dê perwerde bê lidarxistin.
 
Di çalakiyê de jinên ku behsa rewşên ku ji ber jinbûna xwe di nava civakê de tên serê wan kirin û gotin ew dikarin li derveyî qursê bi hevgirtina civakî xwe îfade bikin.