Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 12:29 23 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êriş Tirkiyeyê de li gundekî kantona Minbicê de jinek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
 
Tirkiye iro serê sibehê gundên Ewseclî yê Biçûk, Um Setih, Um Meyal û Betûşiyê yên kantona Minbicê bi obîs û moşekan bombebaran kir.
 
Di êrişa li ser gundê Um Setih de jina bi navê Fitêm Denden a 55 salî jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê Fayîz Ebdullah (57) birîndar bû.
 
Artêşa Tirkiyeyê li gundê Ewseclî yê Biçûk kampeke koçberên ji bajarê Meskenayê bombebaran kir. Di êrişê de Ziêla Îbrahîm (40), keça wê Îlham Hîlal (17) kurê wê Fadî Hîlal (17) û Ebdullah Hîlal (10) bi giranî birîndar bûn.
 
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê. Li gorî agahiyan lingê Ebdullah Hîlal jê bûye.