Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir

  • jin
  • 11:40 28 Gulan 2024
  • |
img
 AMED - Mala Jinê ya Kardelenê ya girêdayî Şaredariya Rezanê piştî serdema AKP’ê dîsa dest bi xebatên xwe kir û li pêşniyaran guhdarî dike. 
 
Mala Jinê ya Kardelenê ya girêdayî Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Rezan a Amedê, piştî hilbijartinên 31’ê Adarê dîsa dest bi xebatên xwe kir. Xebatkarên Mala Jinê ya Kardelenê ya li Taxa Kaynartepeyê weke karê derstpêkê xwe gihand jinên li taxê. Mal bi mal geriyan û li pêdivî û daxwazên wan guhdarî kirin. Di vê çarçoveyê de ji bo zarokan qada lîstikê ava kirin. 
 
Mala Jinê ya Kardelenê ji bo zarokan di danên sibehê û nîvro de li gel perwerdekaran li odeyên lîstikê çalakiyan li dar dixin. Di odeya lîstikê ya ji bo zarokên pêşdibistanê firsendê diafirîne ku demekî xweş derbas bikin. 
 
QURSÊN PÎŞEYÎ
 
Di çarçoveya daxwazên jinan a ji bo hînkirina pîşeyê de qursa kuaforiyê hate vekirin. Qurs, ji hêla kesa pispor ve tê dayîn û jin li vir kitekitên vê pîşeyê hîn dibin. Yek ji qursên din jî qursa xwendin-nivîsandinê ye. Di danê sibehê û piştî nîvro de tê dayîn û 30 jin jê sûdê digirin. Dê qurs 3 mehan bidomin. Dîsa li ser daxwaza jinan, piştî bidawîbûna amadekariyan dê Qursa Aşpêjiyê dest pê bike. Jinên ku dê tev li qursê bibin, dê di saetên atolyeyê de dikarin bi dilrehetî zarokên xwe bibin odeya lîstikê û ew bi xwe jî perwerde bibin. 
 
HEFTEYÊ DU ROJAN XEBATÊN TAXÊ TÊN MEŞANDIN 
 
Koordînatora Mala Jinê ya Kardelenê Bîrgul Harman têkildarî qursan agahî da û diyar kir ku di du rojên hefteyê de li taxê xebatan dimeşînin, diçin serdanan, di çarçoveya pêdiviyê de piştgiriya psîkolog û pedagogan didin û da zanîn ku armanca wan ew e ku bandorê li jiyana jinan bikin.