Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin

  • jin
  • 12:12 28 Gulan 2024
  • |
img
AMED -  Danişîna doza notirvan Ozcan Yildiz ê li navçeya Hênê Rozerîn Yildiz kuştibû, ji ber hinceta rapora mirinê li dosyayê nehatiye zêdekirin hat taloqkirin.   
 
Li navçeya Hênê ya Amedê di 8’ê hezîrana 2022’yan de Ozcan Yildiz ê bi Rozerîn Yildiz re li ber hevberdanê bûn, Yildiz kuştibû. Danişîna pêncemîn a doza Ozcan jê tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ozcan tev li danişînê nebû. Parêzera Rozerîn Yildiz, Dîcle Sumer, Wekîla Muduriyeta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Amedê, parêzerê Ozcan tev li danişînê bûn. 
  
Dozgeriyê da zanîn rapora mirinê ya Yildiz li dosyayê nehatiye zêdekirin û daxwaz kir ku kêmasiyên dosyayê bên tamamkirin. Her wiha dozgeriyê biryara dewamkirina girtina Ozcan da.
 
Parêzerên Yildiz jî diyar kirin ku ew wek meqamê îdiayê difikirin û di vê merhaleye de beyanek ew bêjin nîne. 
 
 Dadgehê biryar da ku ji bo rapora mirinê ya Yildiz muzakere bê nivîsandin û danişîn taloqî 30'yê îlonê hat kirin.