Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’

  • jin
  • 17:14 28 Gulan 2024
  • |
img
RIHA - Şaredariya Hewagê ya DEM Partiyê “Mala Bêhnvedanê ya Jinan” vekir. 
 
Şaredariya Hewagê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de bi dest xist, li navenda navçeyê “Mala Bêhnvedanê ya Jinan” vekir. Vekirina mala ku di serdema Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibû vekirin û bi tayînkirina qeyûm hatibû girtin cara duyemîn pêk hat. Hevşaredara Hewagê Aygul Kapikayali, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglû, rêveberên partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdarî vekirinê bûn. 
 
Beriya vekirinê ji ber avahiya şaredariyê heta mala bêhnvedanê ya li Parka Cûmhûriyetê ye meş hate lidarxistin. Hevşaredar Kapikayali ya piştî vekirina ku dirûşma “Jin jiyan azadî” lê hate berzkirin axivî, anî ziman ku bi vekirina jinûve ya mala bêhnvedanê serbilind in. 
 
ŞAREDARIYA JINAN ESAS TÊ GIRTIN 
 
Turkoglû ya pişt re axivî, bi bîr xist ku bi destê qeyûman li şaredariyan li dijî destkeftiyên jinan êriş pêk hat û wiha got: “Dest danîn ser Mala Bêhnvedanê ya Jinan jî. Em di şaredariya xwe de têkildarî xizmetên jinan careke din xebatên xwe nîşan didin. Jinên li Hewagê ne bi tenê ne. Li vir şaredarvaniyeke jinan heye. Di polîtîkayên me yên pêşerojê de şaredariya me wê bi rengê herî xurt pêşengiyê ji jiyana wekhev û azad a jinê re bike.”
 
Piştî axaftinan vekirin bi gerandina govendê re bi dawî bû.