Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê

  • jin
  • 12:03 29 Gulan 2024
  • |
img
ZONGULDAK - Li şaredarê bajarokê Guluçê yê ji Partiya Îyiyê Gokhan Mûstafa Demîrtaş ji ber tacîza zayendî ya li dijî xebatkara şaredariyê cezayê hefsê hate birîn. 
 
Xebatkara Şaredariya Bajaroka Guluçê ya navçeya Ereglî ya Zonguldakê Duygu K. ji ber tacîza zayendî par giliyê Şaredarê Guluçê Gokhan Mûstafa Demîrtaş kiribû. Danişîna 5’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Eregliyê hat lidarxistin. Demîrtaş, Duygu K., parêzerên Midûriyeta Bajar a Malbat û Xizmetên Civakî û parêzerên aliyan tev li bûn. 
 
Demîrtaş ê ji sûcê “Tacîza zayendî, êrişa zayendî ya di asta destavêtinê de” dihat darizandin, tawanbarî red kir û îdia kir ku li dijî wî kompas hatiye kirin. her wiha beraeta xwe xwest. Piştre jî Duygu K. axivî û got ku giliyê wê didome. 
 
CEZAYÊ WÎ HATE DAXISTIN
 
Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran biryara xwe da. Dadgehê ji ber sûcên “êrişa zayendî ya di asta destavêtinê de” û “Rayeya xwe xerab bi kar aniye” ceza hate zêdekirin û bi îdiaya ku dê ev ceza bandoreke neyînî li ser pêşeroja wî bike jî ceza daxist. Bi vê yekê re 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê birî. Her wiha ji ber sûcê “tacîza zayendî” jî 10 meh cezayê hefsê hate birîn. Lê ev ceza hate taloqkirin.