Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne

  • jin
  • 09:01 4 Hezîran 2024
  • |
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar ên Botanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dan û gotin: "Çawa ku gelê Wanê her saet, her deqîqe li ser piyan bû divê ku em vê ji xwe re bikin mînak û li berxwe bidin. Ji xeynî berxwedanê ti çare nîne." 
 
Li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, cara sêyemîn e qeyûm lê tê tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin, ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Jinên siyasetmedar ên Botanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û bang li her kesî kir ku bi ruhê berxwedana Wanê xwedî li vîna xwe derbikevin. 
 
'JI XEYNÎ BERXWEDANÊ TI TIŞTÊ ME NÎNE'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturk diyar kir ku ji niha pêve ji xeynî berxwedanê ti tiştek nemaye û wiha axivî: "Desteserkirina şaredariyên me ev sê serdem in ku didomin. Di sala 2016,2019 û 2024'an şaredariya me ya Colemêrgê tê desteserkirin. Lê belê gelê me tu carî jî qeyûm qebûl nekirin. Gelê kurd her tim li dijî qeyûman li berxwe da. Hilbijartina ku herî dawî çêbû jî gelê me careke din çû ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derket û dîsa hevşaredarên xwe hilbijartin. AKP'ê ji bo ku vîna gelê Colemêrgê desteser bike serî li her deqûdolaban da lêbelê jî nekarî vîna gel û di sindoqan de vîna gel derket û nekarîn vîna gel bişkînin. Ev dewlet êdî bûye dewleta AKP'ê. Dewletek di destê partiyekî de tê birêvebirin. Jinan, ciwanan, pir û kalan ewqas ked dan û bi serketin lêbelê em îro dibinin ku dewletê dîsa serî li heman rêbazî da û şaredariya me ya Colemêrgê xesp kir. Em li hemberî vê kirina dewleta AKP'ê matmayî neman. Heke ku hûn li Tirkiyeyê bijîn hûn ê her roj rastî van polîtîkayên qirêj bên. Ev polîtîkaye li kurdan tê ferzkirin û vê layiqî gelê kurd dibinin. Niha tişta ku ji gelê kurd re dimîne berxwedane. Ji xeynî berxwedanê ti çare nîne. Ev dewleta ku me tune dihesibîne û vîna me nas nake divê ku em jî li berxwe bidin. Yên ku hebûna me, vîna me û nasnameya me nas nake em jî wan nas nakin. Em qeyûman nas nakin û em tişta ku ew li me didin ferzkirin qebûl nakin. Çi bikeve ser milê me em ê bikin." 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturk
 
'DIVÊ HERKES HELWESTA XWE AŞKERE BIKE'
 
Alturk daxwaz kir ku her kesekê demokrasîxwaz divê ku li dijî desteserkirina gel helwesta xwe aşkere kir û ev bang kir: "AKP ji xeynî xwe tu kesî qebûl nake. Îro vîna gelê Colemêrgê tê desteserkirin, sibê wê ya cihekî din bê desteserkirin. Ji ber wê divê ku em hemû partiyên siyasî û rêxistin mil bidin hev û li dijî vê derbikevin. Kesên ku îro li dijî desteserkirina vîna gelê kurd çavê xwe digire sibê dê bê serî wî jî. Ji ber wê jî çi partî be, kî ji kîjan nêrînê be bila li dijî vê helwesta xwe aşkere bike."
 
'EV NENASKIRINA HEBÛNA GELÊ KURD E'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Hezexê Songul Erden
 
Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Hezexê Songul Erden jî bertek nîşanî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê da û got ku bêdengiya li dijî desteserkirina vîna gel di heman wextî de tê maneya qebûlkirinê û ev tişt got: "Desthilatdariya AKP'ê her tim ji bo desteserkirina vîna gelê kurd bi hincet e. Tayînkirina qeyûmê ji xwe re kiriye bingeheke esas. Heke ku qeyûman neavêje ser şaredariyan dê çawa vî şerî berdewam bike û vê pergala xwe bide meşandin? Ji ber wê jî şaredariyên gel ji xwe re kirine mal. Xespkirina vîna gel nayê qebûlkirin. Tayînkirina qeyûm a li ser şaredariya Colemêrgê ne hiqûqî ye û ji derveyî insaniye. Çawa dibe ku partiyeke ku bi hilbiajrtinê hatiye hilbijartin tu bi vî awayî tune dihesibînî? Çawa dibe ku hûn nasname, ziman, çand û vîna gelekî nas nakin? Bi vekirî ji me re dibêjin, 'em we nas nakin' ji ber wê divê ku îro em li dijî xespkirina şaredariya Colemêrgê xwe bêdeng nekin. Pêwîst bike her yeke ji me li cihê ku dimîne divê biçe Colemêrgê. Heke ku îro em li dijî vê dernekevin û xwe bêdeng bikin dê her şaredariyê me bê xespkirin. Ji ber wê divê ku herkes dengê xwe derbixîne. Ev nenaskirina hebûna gelê kurd e. Divê ku gelê kurd xwedî li hebûna xwe û nasnameya xwe derbikeve." 
 
'DIVÊ KU EM LI DORA ŞAREDARIYÊN XWE BIBIN XELEK'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya naveçeya Silopiyayê Elif Oruç
 
Hevseroka DEM Partiyê ya naveçeya Silopiyayê Elif Oruç jî anî ziman ku desteserkirina şaredariyan tê nenaskirina vîna gelekî û got ku divê ku herkes bi ruhê berxwedana Wanê li berxwe bide. Oruç der barê tayînkirina qeyûm de nêrîna xwe wiha anî ziman: "Her serdemê gel xwedî vîna xwe derdikeve û her demê jî desthilatdariya AKP'ê serî li desteserkirina vîna gel dide. Em vê qebûl nakin. Em vîna xwe teslimî wan nakin. Divê ku em her roj di çalakiyan de bin. Di van 5 salan de qeyûman her tişteke ku aidî vî gelî hemû dizin û hemû tahsîsî saziyên xwe kirin. Heta ku pênûsên şaredariyê jî bi xwe re birin. Lê gel di 31'ê Adarê de ji vê polîtîkayê re got, 'êdî bes e' û xwedî li îradeya xwe derket. Ev gel dev ji vîna xwe bernade. Çi bikin jî dê nekarin vîna gelê me. Ji ber wê divê ku em xwedî li şaredariyên xwe û vîna xwe derbikevin. Çawa ku gelê Wanê her seat, her deqîqe li ser piyan bû divê ku em vê ji xwe re bikin mînak û li ber xwe bidin. Divê ku em li dora vîna xwe û şaredariyên xwe bibin xelek."
 
MA / Zeynep Durgut