Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin

  • jin
  • 10:58 13 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Danişîna doza Dîlek Bîtgîn a ku ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Bîtgîn ve hatibû birîndarkirin, ji ber nehatina rapora ATK’ê hat taloqkirin. 
 
Li navçeya Bismilê ya Amedê di sala 2021’ê de Dîlek Bîtgîn ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Bîtgîn ve bi çekê hatibû birîndarkirin. Der barê Ahmet Bîtgîn de ji sûcên, “Hewldana kuştina bi qestî ya hevjîna xwe”, “Kirîna guleyên çeka bêrûxset, çekê li ser xwe gerandin û li cem xwe hiştin” tê darizandin. Danişîna 9’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzerên her du aliyan û Ahmet Bîtgîn ê girtî tê darizandin di danişînê de amade bûn. 
 
Parêzerê Dîlekê, Şîrvan Yakût ewilî axivî û diyar kir ku dadgehê rapora ji bo tespîta guleya li miwekîla wî ketiye bê tespîtkirin, ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê xwestibû lê nehatiye. Yakût xwest li benda encama raporê bê sekinandin û bersûc girtî bê darizandin. 
 
BERSÛC XWEST BÊ BERDAN 
 
Piştre faîl Ahmet Bîtgîn parastina xwe kir, sûcdariyên li ser xwe red kir û xwest bê berdan. Parêzerê wî jî xwest miwekîlî wî bê berdan û ji sûcê “birîndarkirina biqestî” bê darizandin. 
 
Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku li benda rapora ATK’ê bê sekinandin û bersûc girtî bê darizandin. Danişîn taloqî 16’ê îlonê hat kirin.