Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin

  • jin
  • 14:34 15 Hezîran 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Ji Gamze Akar a li navçeya Artûkluyê dijî, ev 6 roj in tu agahî nayên girtin. 
 
Ji Gamze Akar (30) a li navçeya Artûkluya Mêrdînê dijî ji 10’ê hezîranê ve tu agahî nayê girtin. Malbata Akarê ya li Îzmîrê dijî dema ku nekariye xwe bigehîne Akarê agahî da polîsan. Hat zanîn ku Akar a 4 zarokên wê hene berî winda bibe çend roj pêş de zilamê pê re zewicibû û ji ber sûcên edlî dihat ragirtin bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. 
 
Me xwe gihand malbata Akarê. Malbat diyar kir ku Gamze Akar herî dawî bi birayê xwe K.A. ve çûye buroya serbestiya bi kontrola edlî û pişt re bira xwîşka xwe Akarê şandiye malê. Birayê ku derbarê xwişka xwe de gumanên xwe hene, xwest kesên agahiyê jê digirin xwe bigihinin hejmara telefonê wî ya 0535 034 0611’ân.