Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin

  • jin
  • 15:58 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li welatên Îskandînav jinan nerazîbûn nîşanî tecrîda dijwar a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û bi sedan name ji CPT’ê re şandin.
 
Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya nameyan a gerdûnî dewam dike.
 
Di çarçoveya kampanyayê de, bi sedan nameyên bi îmze yên li welatên Îskandînav Swêd, Danîmarka, Norweç û Fînlandiyayê hatine komkirin, ji navnîşana CPT’ê re hatin şandin.
 
Li ser navê meclisên jinên kurd, komun û înîsiyatîfên li welatên navborî, daxuyaniyên hevpar hatin dayîn û hate destnîşankirin ku tecrîd nayê qebûlkirin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her qadê têkoşîn were xurtkirin û di serî de CPT bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.