Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin

  • jin
  • 09:00 17 Tebax 2024
  • |

COLEMÊRG - Di Tenûra Keda Jinê de hejmara xebatkarên jin daket 2’yan. Melîke Ozcan a tenûrê bi rê ve dibe destnîşan kir ku ji ber krîza aborî, bihayê nan têrî lêçûnên wan nakin. 

Xaniyê Tenûra Keda Jinê ya 4 sal berê li Tekser a Taxa Serê Solan a Colemêrgê wek cihekkî alternatîf hate avakirin. Ji ber lêçûnên zêde Xaniyê Tenûra Keda Jinê ji rojên zehmet derbas dibe. 
 
Tenûra beriya 4 salan ji bo debarê hate vekirin û 6 jin tê de xebitîn. Jinên bi pahtina kade, laşe, teptepe û girdeyan debara xwe dikin, di demekî kin de rastî eleqeyekî mezin hatin û mixabin di van demên dawî de nikarin nan bifiroşin. Herwiha ji ber kêmaniya kar, ji 6 jinan tenê 2’yê wan dixebitin. 
 
GOTIN ‘MA KARÊ TENÛRÊ JI TE RE MAYE’
 
Ozcan destnîşan kir ku malbata wê germ nêzîkî fikra vekirina tenûrê bû û wiha axivî: “Bavê min tim ji min re digot, ‘Ma karê tenûrê ji te re maye, berde bila hevjînê te bixebite, tu jî li mala xwe rûne û li zarokên xwe binêre’ û dixwest ez dest ji vî karî berdim. Lê belê min guh nedan van gotinan û min bi hevkariya hejînê xwe ve, kargeha xwe vekir. Ev mîrateyekî gelê kurd e û kevneşopiyekî jiyanî ye. Ez ji aliyekî vê kefneşopiyê didim jiyîn li aliyê din de jî debara malbata xwe dikim.” 
 
Melîke Ozcan
 
LÊÇÛNAN ÇARESER NAKE
 
Ozcan da zanîn ku ew di saet 06.00’an de tenûrê vedikin, di saet 08.00’an de jî dest bi pahtina nan dikin. Ozcan diyar kir ku krîza aborî bondorê li ser nanê tenûrê jî kiriye ev tişt gotin: “Em ewilê nane loş, piştre jî teptepeyan dipêjin. Em ji bo her du cureyên nan jî rojane 2 torbeyên ar bi kar tînin. Em 10 nanên  loş ji 50 lîreyan, 5 nanên teptepe jî ji 55 lîreyan difiroşin. Bihayê me ji ber krîza aborî kêm kiriye, têrî lêçûnên pahtina nan nake.” 
 
ZEMÊ LI BIHAYÊ NAN NAKE
 
Ozcan bi bîr xist ku her ku diçe gel nikare lêçûnên xwe dabîn bike û bilêv kir ku gelek caran zem hatiye ser bihayê ar jî wê zem li nanê tenûrê nekiriye. Ozcan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne em ne jî jinên nan dipêjin, heqdestê keda xwe nagirin. Ji ber neçariyê em ji bo têrkirina zik dixebitin. Em ji serê sibê saet 06.00’an heya êvarê saet 16.00’an nan dipêjin. Zehmet e ku mirov heqdestê keda xwe nestîne.” 
 
HEJMARA XEBATKARAN JI 6’AN DAKET 2’YAN
 
Ozcan destnîşan kir ku ew ji bo agirê tenûrê vexe ji tonekî daran re 5 hezar, ji çewalekî ar re jî 700 lîre pere xerc dike û wiha pê de çû. “Nanê ku em difiroşin erzan e lê belê ar û dar biha ne. Mixabin karekî din ku were kirin nîn e û kes jî kar nade. Her ku diçe li Colemêrgê jiyan zehmettir dibe. Krîza aborî ya li welat gelê Colemêrgê ji kûrihî hîs dike. Bihayê ar li Stenbolê 500 lîreyan e lê belê heya tê Colemêrgê derdikeve 700 lîreyan. Em berê wek 6 jin dixebitîn lê belê niha hejmara me daketiye 2’yan û em bêhtir diwestin. Piştî min vê derê vekir, 3-4 jinên din jî çav li min kirin û tenûrên xwe vekirin. Qet nebe li gorî min ezji bo wan jinan bûm mînakekî baş. Di hemû tendurên din de jî jin dixebitin.”
 
‘SEDEMA KRÎZÊ ŞER E’
 
Ozcan di dawiya axaftina xwe de got ku sedema bingehîn a krîza aborî ya li welat polîtîkayên şaş ên hikûmetê û israrkirina şer e û wiha derbirî: “Heke şer were bidawîkirin dê tevahiya welat têkeve aramiyê. Heke çavkaniyên ji şer re tên veqetandin, ji bo fêdeya gel were xerckirin, dê welat di demekî kin de ji krîzê xelas bibe. Lê belê bi qasî ku şer bidome, dê bûdçeya welat vala were xerckirin. Tekane çareseriya vê yekê aştî û sekinandina xwîna diherike ye.”