Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir

  • jin
  • 16:34 19 Tebax 2024
  • |
img
AMED - Li navçeya Bismilê Ayşe Halef a 78 salî jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina bi navê Ayşe Halef (78) a li taxa Akpinar a navendî ya navçeya Bismil a Amedê dijî, derket qata duyemîn a înşaetê û întîhar kir. Jina ku tevî hişyariya kesên ew dîtin jî xwe di qata duyemîn de avêt bi giranî birîndar bû. Halef, piştî mudaxileya ewil a li cihê bûyerê hate kirin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Halef tevî hemû mudaxileyên li nexweşxaneyê hatin kirin jî jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.