Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye

  • jin
  • 09:43 22 Tebax 2024
  • |
AGIRÎ - Jinên hilbijartî ku îstifakirina Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak wekî "netamûlkirina hevserokatiyê" û "îxanet"ê nirxandin, îşaret bi xurtkirina têkoşîna li dijî feraseta heyî kirin. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de, navçeya Avkevirê a Agiriyê namzetên Hevserokatiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) tercîh kir. Lê 5 meh piştî hilbijartinan (9'ê Tebaxê) ji hevserokên hilbijartî Mehmet Alî Budak ji partiyê îstifa kir. Helwest û îstifaya Bûdak bû sedema bertekeke mezin. 
 
Jinên hilbijartî yên li Wanê jî bertek nîşanî Bûdak dan. 
 
‘FERASETA QEYÛM E'
 
Hevşaredara Tûşba ya Wanê Hanim Akkoş ji Budak xwest ku demildest ji wezîfeya xwe îstifa bike. Akkoşê got: “Rewşa ku li Avkevirê derketiye holê, rewşeke wesayetê ye. Zihniyeteke desthilatdar heye ku hevala me Cemîle qebûl nake. Kesek ji partiya me îstifa bike tê wateya qebûlnekirina vîn û rengê jinê. Em wekî jin li cem hevala xwe Cemîl ne û em ê her tim şaredariya xwe biparêzin."
 
NETEHEMULKIRINA HEVSEROKATIYÊ
 
Hevşaredara Şaxê Gulten Baranê jî diyar kir ku Bûdak îxanet li vîna gel kiriye û got: “Em wekî jin naxwazin te li wir bibînin. Em dixwazin demildest ji şaredariya gel îstifa bike. Ji bo jinan cihê hevserokatiyê pir girîng e. Ji ber ku hevserokatî hebûnek e. Jin bi pergala hevserokatiyê li her qadê hebûna xwe didomînin. Jin di her qadê de xwedî gotin in û wê her tim vê yekê bibêjin. Ji bo vê jî em ê bi awayekî xurttir sîstema hevserokatiyê bidomînin."
 
‘BÊBEXTÎ LI PARTIYÊ KIR'
 
Endama Meclisa Şaredariya Qersê Şevîn Tûtê jî got: “Bûdak ku paradîgmaya azadîxwaz, jinê, demokratîk û ekolojîk red dike, di serî de xwe dixapîne. Rewşa ku ev kes tê de ye, li dijî têkoşîna me, bawerî û prensîbên me ye. Lazim e ji gelê Avkevirê lêborînê bixwaze. Hevseroktî xeta me ya binefşî ye. Kursiyeke ku di bin navê vê partiyê de qet nedikarî bi dest bixista bi dest xist. Lê vî kesî xiyanet li partiya xwe kir.”
 
Endama Meclisa Şaredariya Şaxê Edîbe Babûrê jî destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî hîleyên qirêj wê bidome. Baburê got: “Eger jin şer nekin, zîhniyetên qirêj ên mîna Bûdak wê her tim hebin. Ji ber vê yekê divê jin têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Ji şêniyên bajêr Tezer Kerencîlerê berteka xwe wiha anî zimên: “Zihniyeteke ku jinê wekî hev nabîne heye. Em vê yekê qebûl nakin. Pergala hevserokatiyê prensîbeke bingehîn a partiya me ye."