Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze

  • jin
  • 11:53 26 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya li dijî cezayên darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî û Şerîfa Muhammedî hatine birîn de 36 hezar îmze hatin komkirin. 
 
YRJ’ê encamên kampanyaya ‘Ji Darvekirinê re Na’ eşkere kir, li gorî encama kampanayayê ji bo Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Mûhammedî neyên darvekirin 36 hezar îmze hatine komkirin.
 
Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) encamên kampanyaya “Ji Darvekirinê Re Na” ku 12`ê tebaxê (2024) ya li hemberî biryarên darvekirina rejîma Îranê ku derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî dabûn, eşkere kir.
 
Bi armanca eşkerekirina encamên kampanyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek çapemeniyê hat lidarxistin.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwaneya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) de kar û xebatê dimeşînin, li hemberî kiryarên dewleta Îranê û dayîna cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvana mafên mirovan Şerîfe Muhemedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kampanya 12`ê tebaxê (2024) bi dirûşmeya “Ji Darvekirinê Re Na” hatiye destpêkirin û hatibû plankirin roja 19’ê tebaxê bê bidawîkirin, lê ji ber daxwaza tevlîbûnê ya gelek sazî, dezgeh û kesayetên jin, dema kampanyayê hatibû dirêjkirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampanya îro (26`ê tebaxê) hatiye bidawîkirin û hat diyarkirin ku kampanyaya di raya giştî ya Herêma Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê de deng veda.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di çarçoveya kampanyayê de ji dehan saziyên ragihandinê yên jin, saziyên civaka sivîl ên jinan û saziyên hiqûqî îmze hatine wergirtin û wiha hat gotin: “Ji rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tunis û welatiyên Ewropayê  bi giştî 36 hezar û 398 îmze hatin komkirin.”
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê encamên kampanyayê ji Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re bên şandin û ev tişt gotin: “Xebata me dê li vir bi dawî nebe. Li ku derê dibe bila bibe em ê sûcên li dijî jinan tên pêkanîn ragihînin, heta edalet pêk were û rola pêşang a jinan di civakê de mîsoger bibe emê têkoşîna xwe bimeşînin.”