TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand

  • jin
  • 09:38 16 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê beriya civîna Konseya Ewropayê ku dê biryara “binpêkirinê” ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binirxînin, ji endamên konseyê re name şand. 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de têkildarî cezayê muebbeta giran ê bêyî mafê berdana bişert ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, biryara “binpêkirina mafê hêviyê” dabû. Biryara binpêkirinê niha jî di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye. Komîteyê, piştî demekî dirêj biryara “binpêkirinê” xist rojeva xwe û dê li ser nîqaş bike bê ka bi biryarê hatiye kirin an na. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî têkildarî “Mafê hêviyê”, ji endamên Konseya Ewropayê re nameyek şand û xwest konsey li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bîne. 
 
TJK-E'yê bang li dewlet û nûnerên endam kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku berpirsyariya xwe ya li pêşberî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bi cih bîne. 
 
DAXWAZÊN XEW RÊZ KIRIN
 
TJK-E’yê di nameya xwe de, bendewariya xwe ya ji Komîteya Wezîran re wiha rêz kir:
 
* Divê têkildarî hejmara kesên li Tirkiyeyê cezayê hepsê yê muebbedê lê hatî birîn, hejmara kesên her sal vê cezayê digirin, hejmar û salên ku biryarên têkildarî van lê teqez bûne, ji hikûmeta Tirkiyeyê daneyên bi îstatîstîk bên xwestin.
 
* Divê bang li Tirkiyeyê bê kirin ku cihêkariya di berdana bi şert a hin sûcan de tê kirin ji holê bê rakirin û ji bo vê jî bi lez û bez guhertin bê kirin.
 
* Heke ji bo pêkanîna Biryara Ocalan (2), Kaytan, Gurban, Boltan û hwd. li Tirkiyeyê (Application No. 24069/03, 27422/05, 4947/04, 33056/16) gaveke şênber neyê avêtin, divê Sekreteriya Komîteya Wezîran ji bo lêkolîneke din pêşnûme biryareke derbasdar amade bike.
 
*Divê ferman bê dayîna Serokatiya Komîteya Wezîran an jî Sekreteriya Giştî ya Komîteya Wezîran da ku der barê pêkanîna biryarên girêdayî Deklarasyona Reykjavik, bi rayedarên neteweyî yên peywendîdar re diyaloga siyasî xurt bikin û ji rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê re nivîsê binivîsin.
 
‘WEZÎFEYA XWE YA KONTROLKIRINÊ BI CIH BÎNIN’
 
Bi domdarî di nameyê de wiha hate gotin: “Hûn endamên hêja yên Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran mafê we heye ku pêvajoyên îcrayê kontrol bikin û bişopînin. Têkildarî vê yekê daxwaza me ji we ew e ku daxwazên me li jor diyar kirî, bi nivîskî mafê xwe yê pirsînê bi kar bînin û bikin rojeva Komîteya Wezîran, bi nûnerên xwe yê welêt a li Komîteya Wezîran re têkîlî deynin, daxwazên me ragihînin û di vê civîna Komîteya Wezîran de ji bo ku bêyî ferq û cudahî wezîfeya kontrolkirinê were bicihanîn, bikevin nav hewldanê.”
 
‘JI BER TECRÎDA GIRANKIRÎ OCALAN NIKARE ROLA XWE BILÎZE’
 
Name wiha bi dawî bû: “Ji bo pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê, demokrasî û aştiya herêmî rola birêz Ocalan mezin e. Lê ji ber tecrîda girankirî, nikare vê rola xwe bilîze. Di heman demê de li kêleka binpêkirinên cidî yên di mafên hiqûqî de, têkildarî ewlehî, tenduristî û jiyana wî em bi fikar in.”