Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan

  • jin
  • 13:05 16 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Ahmet Bîtgîn ê ku xwest bi çekê Dilek Bîtgîn qetil bike ji sûcê "birîndarkirina bi qestî" ceza girt û hat tehliyekirin. Dozger xwestibû Bîtgîn ji sûcê "hewldana kuştina bi qestî" bê cezakirin. 
 
Di sala 2021'an de li navçeya Bismila Amedê Ahmet Bîtgîn bi çekê êrişî hevjîna xwe Dilek Bîtgîn kiribû. Ji sûcên "çeka bêruhsat li ser xwe gerandiye" , "hewldana kuştina bi qestî" li Bîtgîn doz hatibû vekirin. Danişîna 10’emîn a dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dilek Bîtgîn, malbata wê û parêzer Şîrvan Yakut di danişînê de amade bûn. 
  
DAXWAZA CEZA 
 
Di destpêka danişînê de dozger mutalaya xwe pêşkêş kir. Dozger xwest ji sûcê "hewldana kuştina bi qestî" û "çeka bêruhsat li ser xwe gerandiye" Ahmet Bîtgîn bê cezakirin. Her wiha dozger xwest Pakize Bîtgîn jî di çarçoveya heman dosyayê de ji sûcê "jiholêrakirina delîlan" bê cezakirin. 
 
Piştre Dilek Bîtgîn li ser pirsa serokê dadgehê, mafê axivî û diyar kir ku Ahmet Bîtgîn ji piştre gule berdaye wê. 
Paşê parêzer Şîrvan Yakut axivî û da zanîn ew mutalaya dozger îştirakiyê dike. Yakut da zanîn ew ê îtîrazî rapora der barê bûyerê ku kêmasî tê de heye bike. Yakut xwest ji bo pêşkêşkirina raporê dosya dîsa ji Desteya Bilind a Saziya Tiba Edlî re bê şandin.   
 
TUNDIYA SÎSTEMATÎK 
 
Yakut bi lêv kir ku Ahmet Bîtgîn gule ji piştre berî Dîlekê daye û Dîlekê bi tundiya sîstematîk rû bi rû maye. Yakut xwest îfadeyên nakok ên bersûc bên lêkolînkirin.   
 
HEM GOT BERSÛC E HEM JÎ CEZA XWEST 
 
Bersûc Ahmet Bîtgîn di parastina xwe de sûcê xwe red kir. Parêzerê bersûc da zanîn mutala li gorî esasgirtina beyanên jinan hatiye amadekirin û îdia kir ku Dîlekê îfadeyên nakok daye. Parêzer daxwaz kir ku Bîtgîn negirtî bê darizandin û îdia kir ku bûsûc e. Her wiha xwest bersûc ji ber sûcê "birîndarkirina bi qestî" bê cezakirin.   
 
HAT TEHLIYEKIRIN
 
Piştre heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê ne ji ber sûcê "hewldana kuştina bi qestî" ji ber sûcê "birîndarkirina bi qestî" ceza da Bîtgîn. Her wiha cezayê girtîgehê yê ji ber sûcê "çeka bêruhsat li ser xwe gerandiye" jî veguherand cezayê pere û biryara tehliyeya Bîtgîn da. Ji ber sûcê "Jiholêrakirina delîlan" jî 5 meh ceza li Pakîze Bîtgîn hat birîn.