'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'

  • jin
  • 13:25 17 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya duyemîn salvegera şoreşa 'Jin jiyan azadiyê' daxuyanî da û wiha got: "Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê."

Eniya Jinên Başûr bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê darvekirin û qetilkirina ciwanan hate şermezarkirin û hate gotin ku di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jin pêşeng bûn û karîn hemû civakê tev li şoreşê bikin.
 
BERDEWAMA QÊRÎNA HEZAR SALAN
 
Daxuyaniya Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê wiha ye:
 
“Jin hertim dijî neheqî û koletiya desthilata zilamslariyê têkoşiyane, gelek caran bê ku dengê wan were bihîstin, hatine bêdengkirin û gelek caran jî dengê jinên azad hemû cîhanê hejandiye. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jin û gel ti carî bindestiyê qebûlnekirine.
 
Çawa jin di hemû şoreş û serhildanan de xwedî rol û pêşeng bûn, di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî bi heman awayî pêşeng bûn û karîne hemû civakê tevlî vê şoreşê bikin. Jinan karîn hemû cîhanê û azadîxwazan tevlî şoreşê bikin.
 
Em darvekirina jin û ciwanan ya ji aliyê desthilata Îranê ve şermezar dikin, bang li hemû azadîxwazên cîhanê dikin dijî darvekirinê bêdeng nemînin û xwedî helwesteke cidî bin. Em weke Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê vê şoreşê weke dewama qêrîna hezaran salan digirin dest û soz didin sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan û şoreşa jinan. Em di vê oxirê de jî soza mezinkirina têkoşînê dubare dikin.”