Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin

  • jin
  • 09:01 18 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Parêzer Eda Kar Bûrakmak diyar kir ku ji ber lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin, Mehmet Demîrhan ê Hîlal Kar qetil kir nehatiye girtin û wiha got: “Dosya heta niha li cem dozgerê nobedar bû, nû dewrî dozgerê esas hate kirin.”

Mehmet Demîrhan ê di 23’yê hezîranê de li navçeya Rezan a Amedê piştî Hîlal Kar (33) bi çekê kuşt, reviya, 83 roj in nehatiye girtin. Pisxalet û di heman demê de parêzera dozê Eda Kar Bûrakmak, anî ziman ku tevî bi ser cînayetê çend meh derbasbûne jî fîrarîbûna faîl dide nîşandan ku lêpirsîn çiqas baş tê meşandin. 
 
‘LÊPIRSÎNEKE BAŞ NAYÊ MEŞANDIN’ 
 
Bûrakmak, bi bîr xist ku faîl Demîrhan 83 roj in qeçax e û anî ziman ku ji bo bê dîtin divê şopandina wî ya GPS’ê bê kirin, li sînyalên telefonê, dîmenên kamerayên ewlehiyê û qeydên HTS’ê bê nêrîn. Bûrakmak diyar kir ku nedîtina faîl gumanên têkildarî lêpirsîneke baş nayê meşandin bi xwe re tîne û wiha got: “Tê fêmkirin ku di karên biçûk de dixebite û bi alîkariya xizmên xwe şopa xwe dide windakirin. Divê hêzên ewlehiyê baştir bixebitin, rêbazên şopandina teknîkê bikarbînin û cihê faîl tespît bikin. Her wiha girîng e ku têkiliyê bi xizm û nasên wî re deynin û têkildarî van kesan karûbarên fermî bên destpêkirin.”
 
Bûrakmak, da zanîn ku tundiya beriya niha faîl li Hîlal Karê dikir jî li dosyayê hatiye zêdekirin û wiha got: “Tê dîtin ku ev cînayet bi awayekî plankirî hatiye kirin û beriya bûyerê jî fail bi birina zarokê kuştiyê û ji zarokê din ê kuştiyê nasnameya xwe dixwaze amadekarî kiriye. Bûyer di nava rojê de û li ber çavên gelek şahidan pêk hatiye, nîşan dide ku dibe ku fail di vî warî de hatibe cesaretkirin. Nedîtina faîl a demekî dirêj dide nîşandan ku lêpirsîneke baş nehatiye meşandin.”
 
‘DIVÊ LI QEYDÊN HTS’Ê BÊ NÊRÎN’ 
 
Bûrakmak, anî ziman ku ji bo tespîtkirina kesên ku faîl pê re di têkiliyê de ye divê xebat bê meşandin û destnîşan kir ku girîng e têkildarî kesên alîkariya faîl kirine de karûbarên qanûnî bên destpêkirin. Bûrakmak, diyar kir ku divê ji qeydên HTS’ê kesên beriya bûyerê û piştî bûyerê pê re diaxive bên tespîtkirin û li lêpirsînê bên zêdekirin û anî ziman ku piştî daxwaza wan a berfirehkirina lêpirsînê li navçeya Licê li sê noxteyan lêgerîn hatiye kirin lê tu encam bi dest nexistin. 
 
‘DOSYA LI CEM DOZGERÊ NOBEDAR E’ 
 
Bûrakmak, diyar kir ku dosya heta niha li cem dozgerê nobedar bû nû dewrî dozgerê esas hatiye kirin û xwest ku hemû delîlên têkildarî cînayetê de bi baldarî bên komkirin, îfadeyên şahidan bi awayekî hûrgilî û temam bên girtin û cihê fail bi rêbazên şopandina teknolojîk bê diyarkirin. Bûrakmak, axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ji bo pêşî li bûyerên bi heman rengî yên li nava civakê bê girtin, girîngiyeke mezin e ku fail di dema herî nêz de bê girtin û bi rengekî herî giran were cezakirin. Ji bo aramî û ewlehiya civakê dabînkirina edaletê pêwîst e.”