DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike

  • jin
  • 11:46 18 Îlon 2024
  • |
img
ENQERE - DEM Partî ya ku di konferansê de biryara modela nû ya rêxistinbûyînê wergirtibû, biryar girt ku li 59 bajaran meclisên jinan bên avakirin, ji bo xebatên van meclisan, diyarkirina polîtîkayên wan ji nêz ve bên şopandin komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî bê avakirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi du konferansên ku li dar xist re diyarkirina nexşerê ya li gorî serdema nû û modela rêxistinkirinê nîqaş kir. Daneyên ewil ên modela rêxistinkirinê ya nû derketin holê. DEM Partiya ku di navbera 12-15’ê îlonê de bi konferansên ku lidarxistin re biryara berfirehkirina polîtîkaya “Rêya Sêyemîn” wergirt, di Konferansa Rêxistinbûna Jinê û Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî de, ku têkildarî van konferansan hat lidarxistin, biryarên girîng girt. Encamên civînên ku li navend û navçeyan di çarçoveya konferansan de ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya serdema nû hatin lidarxistin, yekemîn bandora xwe di rêxistinkirina jinan de dît.
 
Di Konferansa Rêxistinkirinê ya Jinan de biryar hate girtin ku li 59 bajarên ku DEM Partî lê birêxistine meclisên jinan bên avakirin. Li bajarên ku meclis lê hene dê hewl bê dayîn ku zêdetir jin tev li meclisan bên kirin û meclis dê werin aktîftir kirin. Biryareke din a di Konferansa Rêxistinkirinê ya Jinan de derketiye pêş jî ew e ku di pergala rêxistinkirinê ya bi bingeha herêmî de di çarçoveya rola meclisên jinan de komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî bê wergirtin. Peywîra komîsyonê jî weke diyarkirin û ji nêz ve şopandina kar, xebitandin û polîtîkaya meclisan hat destnîşankirin.
 
XETA TÊKOŞÎNA HEVPAR DÊ BÊ AVAKIRIN
 
Di konferansa ku biryara têkoşîna li dijî zîhniyeta mêrsalar hat girtin de, hat destnîşankirin ku ji bo terikandina vê têgihiştinê divê hewldan werin xurtkirin û ji bo xurtkirina hevgirtin û hevpariya bi têkoşîna jinê re, divê bi jinên li qadên din têdikoşin re hîn bêhtir hevgirtin were kirin. Biryar hate wergirtin ku hevgirtin û têkoşîn li ser bingeheke hevpar werekirin. 
 
SIYASETA RÊYA SÊYEMÎN DÊ BÊ MEZINKIRIN 
 
Li ser nîqaşên “Rêya Sêyemîn” ku di konferansan de derketin pêş jî biryar hatin girtin. Di konferansên ku biryara berfirehkirina polîtîkaya “Rêya Sêyemîn” hat dayîn de, biryar hat dayîn ku DEM Partiyê ji bo berfirehkirina fikra “Rêya Sêyemîn” hem li kolanê hem jî di qada siyasetê de hin rêze xebatan bike. Di konferansan de her wiha biryar hat dayîn ku têkiliyên bi Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) re bên zêdekirin û xurtkirin. 
 
KOMÎSYONÊN TAXAN Û GUNDAN DÊ BÊN XURTKIRIN 
 
Di konferansan de zêdekirina komîsyonên tax û gundan û nûnertiyan, xurtkirina komîsyonên heyî bi erênî hate pêşwazîkirin. Li gorî vê yekê ji bo hîn bêhtir têkiliyeke yekser bi gel re were xurtkirin, biryar hat dayîn ku fonksiyonên van komîsyonan bên zêdekirin. Her wiha biryar hat dayîn ku ji bo kongreyan “komîsyonên amadekar ên kongreyê” werin avakirin û hem li hundir hem jî li derveyî partiyê li dijî meyla nêzîkatiyên çewt ên li hemberî ciwanan têbikoşin.
 
MA / Mehmet Aslan