Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin

  • jin
  • 09:52 19 Îlon 2024
  • |
img
WAN - Zozan Ozgokçe destnîşan kir ku di modela ‘malbata pîroz’ a ku AKP wek pîroz dibîne de jin tên qetilkirin, zarok tên îstîsmarkirin û wiha got: “Modela malbatê ya tê ferzkirin jinan lewaz dike.” 
 
Li Kurdistanê û Tirkiyeyê tundiya sîstematîk a li dijî jin û zarokan bi zêdebûnê berdewam dike, mafên jinan ên hatine bidestxistin her ku diçe bêhtir tên hedefgirtin. Jinên ku ji hêla AKP, MHP û HUDAPAR’ê tên dorpêçkirin, ji bo mafên xwe têdikoşin. 
 
Li gorî bîlançoya qetilkirina jinan a meha tebaxê ya JINNEWS’ê 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 3 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di çeteleya tûndiyê de hat diyarkirin kujer kesên herî nêz ên qûrbaniyan in û bal kişand ser biryarên darazê. Di demekî ku tundî ewqas zêde bûye de qetilkirina Narîn Guranê û delîlên ku malbata wê îşaret dikin rojeva “malbata pîroz” careke da rapirsînkirin. 
 
Aktîvîsta mafên jinan Zozan Ozgokçe anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkayên zarok û jinan her ku diçe xirabtir dibin. 
 
Ozgokçe bal kişand ser sûcên di demên dawî de li diijî zarokan tên kirin û wiha got: “Îstîsmarkirina zarokê 2 salî, kuştin û perçekirina bedena Narînê, derbarê bersûcan de nemeşandina lêpirsînekî baş mînaka rewşa welat a duh, îro û sibê ye. Dema ku tiştên wiha li herêmên kurdên tên jiyîn em radibin ser piya û hewl didin di rojevê de bigirin. Lê belê yên li rojaveyê Tirkiyeyê van bûyeran wek ‘namûs, kuştina edetan, feodaltî’ didin belavkirin. Me di vê serdemê de gelek gotinên nijadperest bihîstin lê belê me dît ku li Konyayê zilamek hevjîna xwe qetil kiriye, lê dinêrî li Orduyê dayikekî zaroka xwe ji şaneşinê davêje. Netewa pergala zilamsalar nîn e.” 
 
DORPÊÇA DEWLET, MALBAT Û TARÎQETÊ
 
Ozgokçe bilêv kir ku di welatekî zilamsalarî serwer bibe de jiyana zarok û jinan di xetereyê de ye. Ozgokçe anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkayên bêcezahiştinê sûcên nû ava dike û wiha got: “Her polîtîkayekî bêcezahiştinê ji bo jinan travmayek e. Jin û zarok di dorpêça dewlet, zilam, malbat û tarîkatan de ne, divê em vê pergalê demildest bidin guherandin. Divê em wek jin bi tevahî û rêxistinkirî li dijî vê yekê derkevin. Em çawa hatin vê rewşê? Me çawa zarokên xwe ewqas ji zanistê dûr xist. Em çima ewqas ji mafên mirovan dûr ketin, li Tirkiyeyê çima qanûn nayê sepandin? Cezakirin û ewqas zilma ser Dayika Makbûleyê wek asayî hate dîtin lê belê çima Dîlan Polat a ku ji şofandina pereyan hatibû girtin çima zû hate berdan? Gelo em çima ewqas rastî bêedaletiyê tên. Divê em vana biaxivin. Ji ber rastiya Tirkiyeyê di bersiva van pirsan de veşartiye.”  
 
‘DIVÊ TÊKOŞÎNA JINAN RÊXISTINKIRÎ BE’
 
Ozgokçe tundiya li dijî jinê wek “xirabiya zilam” pênase kir û da zanîn ku divê têkoşîna jinan bi rêxistinkirî be. Ozgokçe bi bîr xist ku li gel hemû kujerên jinan, kesên herî nêz ên wan in, desthilata AKP’ê di her fersendê de daxuyaniya malbata pîroz dide. Ozgokçe gotinên xwe wiha domandin: “Lê belê êdî ev bingeh ji bo tu kesan ewle nîn e. Sêgoşeya ‘Malbat-Dewlet-Pîrozî’ ya ku desthilat ferz dike, li pêşiya rêxistinbûna jinan astengî ye. Divê yên wekî me difikirin, yên ku li dijî kirinên vê desthilatê biguman in werin cem hev û rêxistin bibin. Divê em bi parastinê, xwe rêxistin bikin. Di destê me de tenê têkoşîna me ya rêxistinkirî maye.” 
 
‘DIVÊ JIN ZANA BIN’
 
Ozgokçe di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca xurtkirina malbatê ya desthilatê û wiha pê de çû: “Bi qasî ku malbat tê pîrozkirin, jin di nava wê malbatê de lewaz dibin. Gelo dewlet çima ewqas hewl dide ku malbatê pîroz bike? Ji ber dê feraseta zilamsalar di nava malbatê de serwer bike û dê destkeftiyên jinan hêdî hêdî ji holê rake. Dewlet di nava malbatê de zilaman wek muxatab dibîne, jixwe jinê nabîne. Jin di nava malbatê de muamileya kesa duyemîn an jî sêyemîn dibîne. Êdî qanûnên ku jinan di malan de asê dikin, hefs dikin hene. Divê em di van mijaran de zana bin, divê em xwe di vê pergalê de bidin dîtin. Divê asta her jinê ya zanebûn û hestiyariyê zêde bibe.”