Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin

  • jin
  • 13:34 19 Îlon 2024
  • |
img
DÎLOK - Danişîna ewil a Eyup Tûran ê Bahar Karabagê qetil kiriye, hate talokkirin. 
 
Danişîna doza ewil a Eyup Tûran (34) ê di 18’ê çileyê de li navçeya Mezmexora Dîlokê Bahar Karabaga (31) pê re zewicîbû qetil kiriye, li 11’emîn Dedgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat lidarxistin.  Malbata Bahar Karabag û gelek parêzer di danişînê de amade bûn. Tûran Karabag ê di Girtîgeha Tîpa T ya Karabagê de tê ragirtin, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Danişîn bi diyarkirina nasnameyan dest pê kir. Daxwaza saziyên ku xwestin tev li dozê bibin, hate qebûlkirin. 
 
Faîl Karabag îdia kir ku bûyer bi “qezayî” çêbuye û xwest ku were berdan. Parêzerên Karabag jî anîn ziman ku muwekilê wan “mafdar” e. 
 
Parêzerên malbata Bahar Karabagê jî îşaret li rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê amade kiriye kirin û anîn ziman ku beriya qetilkirinê faîl îşkence li Karabagê kiriye. 
 
Parêzerên faîl Karabag ji bo parastinê daxwaza demê kirin. Dadgeha daxwaza parêzeran qebûl kiriye, danişînê taloqî 8’ê mijdarê kirin. 
 
DERBARÊ BÛYERÊ DE 
 
Di 18’ê çileyê li taxa Karataş a navçeya Mezmaxora Dîlokê de Eyûp Tûran Karabag (34), Bahar Karabag a pê re zewicîbû di 18’ê çileyê de bi çekê qetil kir. Tîmên tenduristiyê yên hatine li cihê bûyerê diyar kirin ku Bahar Karabag jiyana xwe ji dest daye. Faîl Karabag jî îdia kir ku bûyer bi “qezayî” pêk hatiye. Karabagê îfadeya wî hatiye girtin şandin Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê. Saziya Tipa Edlî ya Amedê di gelek deverên laşê Bahar Harabagê de şopa îşkenceyê tespît kirin. Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê derbarê Karabag de bi sûcdariya “kuştina bi wesf” îdianameya amade kir û derbarê kujer Karabag de cezayê muebeta giran xwest. Îdianame ji hêla 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ve hate qebûlkirin.