DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin

  • jin
  • 16:58 2 Çile 2025
  • |
img

AMED - DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê û diyar kir ku ji bo girtin û cezakirina berpirsyaran dê têbikoşin. Her wiha DAKAP çû serdana Yezda Akgul a hatibû qetilkirin. 

Pêkhateyên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi boneya piştevaniyê serdana malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a li Wargeha Jinan a Seyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima û cenazeyê wê piştî 18 rojan di 27’ê Îlonê de di bin şert û mercên bi guman de winda bû hat dîtin. Di serdanê de pêkhateyên DAKAP, Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Parlamentera Amedê Adalet Kaya, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hevserokên parêzgeha Amedê DEM, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin amade bûn.
 
Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş li vir axivî û diyar kir ku ew bawer nakin keça wî 18 roj in di nava avê de maye û dema çû otopsiyê keça xwe dît, li ser bedena wê şopa lêdanê heye. Diyar kir ku ji roja keça wî hatiye windakirin ve zincîreyek xemsariyê heye û divê berpirsyar bên dîtin. 
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen di serdanên xwe de diyar kir ku ew ê li hemberî veşartina doza Rojîn û qetilkirina jineke din bêdeng nemînin.
 
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, diyar kir ku wan pêşnûmepirs pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kirine û got, tê xwestin xemsariya di dozê de bê veşartin û ew ê destûrê nedin vê yekê. Adalet Kaya ji malbatê re got ku ew bi wan re ne.
 
DAKAP'ê ji bo malbata Yezda Akgul a di 30'ê Kanûna 2024'an de hat qetilkirin jî sersaxî xwest.