Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin

  • jin
  • 15:51 29 Çile 2025
  • |
img
AMED - Şaredariya Bismilê ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin, li rex Çemê Dîcleyê “Parka Jiyanê ya Jinê” çêkir. 
 
Şaredariya Bismilê ya Amedê ya DEM Partiyî di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" li rex Çemê Dîcleyê Parka Jiyanê ya Jinan vekir. Park, ji hêla Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê li ser 5 donimên erd hate çêkirin. Jinan, li parkê dar çandin. 
 
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn di vekirina parkê de axivî û diyar kir ku dê li Parka Jiyanê ya Jinan bîrdariyek ku mafê jiyanê temsîl dike bê çêkirin û bal kişand ser komkujiyên di salên dawî de li ser jinan tên kirin. Mizgîn Ekîn, diyar kir ku wan bi jinan re daristana jinan ava kirin û wiha got: “Ji bo bîranîna jinên ku mafê jiyanê ji destê wan hat girtin û hatin qetilkirin, me îro li vir bi jinan re dar çandin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."