Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn

  • jin
  • 09:29 24 Îlon 2025
  • |
img
AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çîgdem Ertakê anî ziman ku li Tirkiyeyê îxtîmala jiyaneke wekhev û adil heye û got: "Ji ber vê yekê, dibe ku yek ji gavên herî bingehîn di vî warî de misogerkirina mafê hêviyê be."
 
Ji ber ku biryara binpêkirina "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatibû dayîn nayê pêkanîn, Komîteya Wezîran a Ewropayê di 15-17'ê Îlonê de civiya. Komîteyê careke din muhlet da Tirkiyeyê ku di nava 9 mehan de hin sererastkirina bike. Komîteya Wezîran bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê û pêşniyaz kir ku komisyon ji bo pêkanîna "mafê hêviyê" yê ku 4 hezar girtiyan eleqedar dike, pêşniyezeke qanûnê amade bike. 
 
Komeleya Jinan a Rosayê ku di nav wan sazî û rêxistinan de bû ku beriya civîna Komîteya Wezîran, ji bo mîsogerkirina qanûnî ya "mafê hêviyê" çêbibe zorê bide Tirkiyeyê name Komîteya Wezîran re şandin, diyar kir ku tişta dihat payin nehatiye kirin. Endama hiqûqnas a komeleyê Çîgdem Ertakê diyar kir ku ji Komîteyê dihat hêvîkirin ku prosedûra binpêkirinê bicîh bîne, lê wê ev nekiriye. Çîgdem Ertakê destnîşan kir ku pêvajoya çavdêriyê ya ku ji sala 2021'ê vir ve ji bo Tirkiye der barê "mafê hêviyê" de hin sererastkirina bike, di ser muhletdanînê pêş ve çûye û got: "Divê Komîteyê pêvajoyek ji bo bêtir sererastkirinên qanûnî û bicîhanîna van tevdîran bikira, lê em bi biryarek re rû bi rû man ku van mueyîdeyan di rojeva xwe de negirtiye. Lêbelê, em îşaretpêkirina Komîteyê ya bi komîsyona li meclisê hatiye avakirin, girîng dibînin." 
 
'DIVÊ GAVÊN PÊWÎST BÊN AVÊTIN'
 
Çîgdem Ertakê diyar kir ku li cîhanê û Rojhilata Navînê aloziyeke sîstematîk heye û di vê hawîrdorê de avakirina jiyaneke alternatîf a ku Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike tê nîqaşkirin û got: "Em li ser îxtîmala aştiyê nîqaş dikin. Ji bo kurdan û gelek beşên din ên civakê, têkoşînek ji bo hêviya jiyaneke alternatîf heye ku li ser mafên mirovan, wekhevî û edaletê ye. Lêbelê, ev hêvî çawa dikare bê pêşxistin dema ku rêgezeke bingehîn a wekî mafê hêviyê jî nayê bicîhanîn, dema ku komîsyona meclisê bi birêz Abdullah Ocalan re ku îro wekî sermuzakerevan tê hesibandin, hevdîtinê neke? Ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, wekhev û adil, divê rêgezeke bingehîn a wekî mafê hêviyê bê bicîhanîn û sererastkirinên qanûnî bên çêkirin û gavên pêwîst ên qanûnî bên avêtin. Bingeha hiqûqî û qanûnî ya mafê hêviyê misger bike her tim heye. Li Tirkiyeyê îhtîmala jiyaneke wekhev û adil heye. Dibe ku yek ji gavên herî bingehîn ên vê pêvajoyê misogerkirina mafê hêviyê be."
 
Çîgdem Ertakê anî ziman ku rejîma cezayê muebbedê ya girankirî li Tirkiyeyê newekheviya zayendî, bi taybetî di warê girtiyên jin de, kûrtir kiriye û bi awayekî piralî bandoreke kûr li ser qedexekirina îşkence û miameleya xerab kiriye. Çîgdem Ertakê diyar kir ku "mafê hêviyê" pirsgirêkek civakî ye ku bi taybetî di şexsê Abdullah Ocalan de tê pêkanîn û bandor li bi hezaran girtiyan dike. Çîgdem Ertakê got: "DEM Partiyê berê pêşniyazek der barê mafê hêviyê de pêşkêş kiribû. Bicîhanîna wê pêşniyazê û qanûnkirina wê, dikare ji bo vê pirsgirêkê çareseriyekê peyda bike."
 
'DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ JI CIVAKÊ RE BÊ VEGOTIN'
 
Çîgdem Ertakê bilêv kir ku ji bo mîsogerkirina "mafê hêviyê" divê dewlet gavên pêwîst biavêje û got: "Her wiha bi serlêdanên nû berbiçavkirina van binpêkirinan divê bên zêdekirin. Rêxistinên civaka sivîk bi rêxistinên jinan re dikarin raporan amade bikin û ji bo berbiçavkirina vê xebatan bikin." 
 
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel