Meclîsa HDP’ê ya jinan dê eniya hevpar xurt bike

  • jin
  • 09:02 30 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê di plangeriya nû de têkoşîna hevpar mezin bike, eniya demokrasiyê ya jin ava bike û pergal dîplomasiya jinê jî xurt bike.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di van rojê ku Meclîs tê girtin de ji bo nexşeriya xwe diyar bike dest bi xebatan kir. Meclîsa Jinan a HDP’ê civîna Koordînasyona jinê ya 28’ê Tirmehê ji bo nirxandina hilbijartina 24’ê Hezîran li der xist. Biryar hat girtin ku li dijî şîdeta li ser jinê tekoşîna hevpar mezin bikin, çewaniya siyaseta jinê ya li meclîsê diyar bikin, mezinkirina têkoşîna hevpar a jinê xurtir bikin.
 
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’
 
Bi nîqaşên hevpar ên di civînê Meclîsa Jinê ya HDP’ê de tespîta, ‘hikumet siyaseta tenêhiştina HDP û Jinê dided meşandin’ het kirin û van biryaran hatin girtin: “Li dij siyaseta zilam mezinkirina eniyeke berfire ya têkoşîna hevpar ya jin. Li dijî êrişa şîdeta li ser jinê, êrişên zayendî, xizankirina jinê, îstîsmara li dijî zarokan avakirina têkoşîneke yekdeng. Puç derxistina polîtîka tenê hiştina komale, aktivîst û tevgera jinê ya desthilatdariyê. 
 
DI RÊVEBERIYÊN HEREMÎ DE PERSPEKTÎFA JINÊ
 
Hilbijartinên heremî jî di nava rojevên serek ên Meclîsa Jinan ya HDP’ê de bûn. Meclîsa Jinan rista jinê ya li ser rêveberiya heremî dê çewan be nîqaş kir. Bi pêşxistina biryara temsîlkirina wekhev û pergala hevserokatiyê dê perspektîfa jinê esas bê girtin. Li ser vê dê hevserokên jin ên bajaran yê HDP’ê bên gel hev. 
 
MA / Dîren Yurtsever