Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir

  • jin
  • 09:24 21 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED – Li navçeya Pîranê ya Amedê Vuyriye Tekîn li parkek şaredariyê bufek vekiribû û nane sêlê çêdikir. Lê bufeya Tekîn ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Tekîn got ku piştî qeyûm dikana wê girtiye li gel keça xwe cihek nû vekiriye û gav paş de neavêtiye. 

Li navçeya Pîrana Amedê jî qeyûmê şaredariyê serî li rêbazên sosret dide. Jina bi navê Vuyriye Tekîn (62) li parkek aidî şaredariyê bufek biçûk vekiribû û nanê sêlê çêdikir. Tekîn bi firotina nane sêlê debara xwe dikir. Piştî îhaleya da feshkirin Tekîn ji parkê hat derxistin. Tekîn dev ji têkoşîna xwe ya kedê û debarê berneda û li Uçyola navçeyê li gel keça xwe dikanek 10 metro kare kire kir û karê xwe li vir didomîne. Tekîn a dayika du zarokan diyar kir ku karê wê piştî tayînkirina qeyûmê ne baş dimeşe û her tim ew bi zextan re rû bi rû mane. Tekîn got ku zabite her tim cezayê pereyan lê dibirin û wan bêzar kirin e. 
 
‘HER ROJ CEZA BIRÎN Û ÎHALE FESHKIRIN’ 
 
Tekîn li gel extyarî û hemû zextên lê tên kirin jî dev ji debara nanê xwe bernade û got ku îhale bi yek alî hatiye feshkirin. Tekîn a ku bi darê zorê ji parkê hatiye derxistin ev tişt got: “Her roj zabiteyan dişandin. Bi hincetên vala cezayên pereyan birîn. Ji ber sîgorta tune bû ceza, kirê rojek dereng bû ceza û her roj cezayek cuda birîn. Dîsa em derneketin me kirêya xwe û cezayan razand. Me ne dixwest em ji cihê xwe derbikevin. Dema bahaneyek nedîtin vê carê jî îhaleyê bi yek alî feshkirin û me jî bi zorê ji parkê derxistin. Pişt re ez û keça xwe me vê dikana biçûk girt û karê xwe li vir didomînin.” 
 
‘EZ BI KEDA XWE QEZENC DIKIM’ 
 
Tekîn diyar kir ku li parkê rojê 200 nanê sêlê çêdikir û li cihê nû herî zêde 20 nanê sêlê çêdike. Tekîn destnîşan kir ku ji xwe re dikanek vekirin û cihê karê xwe avakirin xeyala wê ya ji zarokatiyê ve ye û ji bo vê pêk bîne têkoşîn daye meşandin. Tekîn got: “Ez ne muhtacî tu kesî me. Hevjînê min ji şirketek taybet teqewît bû. Min jî xwest ez karê xwe bikim û vê hêj didomînim. Ez bextewariya qezenckirina bi keda destê xwe dijîm.” 
 
Tekîn ji jinan daxwaz kir ku ji bo jin bibin xwedî karên xwe divê têkoşîn bikin.