Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert

  • jin
  • 09:27 21 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Jina bi navê Kiymet Tektaş ji hevjînê xwe yê heşîş dikişand veqetiya, li Sûrê dezgehê zebze û fêkiyan vekir û pê debara xwe dike. Tektaş da zanîn ku wê nêrîna li dijî jinê bi têkoşînê şikandiye û wiha got: "Tiştên civak dispêre me hin hatin guhertin."

 
Her roj li Tirkiye û Kurdistanê şideta li dijî jinê zêde dibe, lê têkoşîna jinê dibe hêvjiyeke jiyanî. Kiymet Tektaş (35) jî xwedî jiyanek tijê têkoşîn e. Tektaş di 20 saliya xwe de hatiye zewicandin, li Bursayê bi cih dibe. Tektaş 3 zarokên wê hene, ji ber ku hevjinê wê alkol û madeyê vedixwe, nema vê rewşê dikişîne û jê vediqete. Lê rolên ku civak dispêre jinê her dem belaya serê jinê ye û veqetina wê gelek bi êş derbas dibe. Di dema veqetandinê de dixwaze hevjînê wê tazmînatê bide. Tektaş di veqetandinê de bi biryar e û di têkoşîna xwe de bi ser jî dikeve.
 
Tektaş 5 sal e ji hevjînê xwe veqetiya ye û li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo debara xwe zebze û fêkiyan difoşe. Tektaş li ser Kolana Melîk Ahmetê hin tiştan difiroşe û bala jinan dikişîne ser xwe û beşa herî zêde ya kiryarên wê jin in.
 
‘QET JI ME HEZ NEDKIKIR’
 
Tektaş aşkera kir ku ji ber ku hevjînê wê alkol û made dixebitand, gelek zehmetî kişandiye di 8 salên jiyana de qet hizûr nedîtiye. Tektaş got ku "Hevjînê min qet nedihat malê, qet hez ji min û zarokê min nedikir. Nexwest bi yek pirsgirêkeke malê re jî eleqedar bibe." Tektaş da zanîn ku piştî xwestiye ji hevjînê xwe veqete, gelek gef û heqaret lê hatiye kirin û wiha axivî: "Nedixwest veqete. Ji ber wê min tazmînat negirt, min da. Nedixwest welîtiya zarokan bide. Min hemû zêr û nirxên xwe yên bi qîmet dan wî. Ji bo me rihet berde, min tenê zarokên xwe girt û ez derketim. Lê piştre jî gef û niheqiyên wî dewam kirin."
 
‘EZ NIHA KÊFXWEŞ IM' 
 
Tektaş aşkera kir ku piştî cêwiyên wan hatine dinê, 10 meh şûn ve ji hev veqetiya ne û wiha pê de çû: "Ez ji Bursayê hatim Amedê. 2 mehan li gel malabata xwe mam. Hevjînê min herî kêm 200 carî hat. Got ez poşman bûme. Min jî got em ne koleyê te ne û careke din me aciz neke. Min dirûnî, karê dezgehê, paqijiya malan û mirîşk difirot. Hebe ez ê dîsa bikim. Bêjin kevir ez ê wê jî bikim. Maleke malbata min hebû ew dan min. Di malê de destpêkê kilîmeke min jî tune bû. Ez xebitim min hemû standin. Ez li zarokên xwe mêze dikim û bi xwehdana eniya xwe vê bi dest dixim. Em kêfxweş in"
 
Tektaş da zanîn rolên ku dispêrin wan divê jin bişkînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek gote got hebûn, di vê pergalê de rola ji bo jinê hatiye diyarkirin gelekî zehemt e. Tu zewicî û veqetiya bî ev hêj zehmettir e. Bi têkoşînê min ev nêrîn şikand. Tê gotin ku 'Tu jin î, dernekeve derve, çep û rastê mêze neke, li ser û sîçeyê xwe mêze ke, neaxive û ranebe' zextê li jinan dikin. Divê em rolên ku civak dispêre me bişikînin."
 
PIŞTGIRIYA JIYAN
 
Tektaş sedena vekirina dezgehê li Sûrê jî wiha şîrove kir: "Sûr cihê xizanan e. Ez xwe li vir bi ewle dibînim. Li vir jin serdest in û alîkariya hev dikin. Beşa herî zêde ya kiryarên min jin in. Her dem tên li gel min tiştan dikirin."