Reçela Miksê ji destê vê dayikê bixwin

  • jin
  • 09:12 25 Cotmeh 2017
  • |
img
WAN – Dayika 45 salî Besta Samî, yekane esmafa jin a Miksê ye, reçela gûzan a li malê çêdike li ser dezgehê xwe yê piçûk difiroşe. Samî xwe amade dike li navenda Wanê berhemên xwe bifroşe salonên taştê, piştgiriya herî zêde jî jin didin wê.
Besta Samî (45) li navçeya Miksê ya Wanê dijî, reçel û gelek xwarinên din ên li malê çê dike, li ser dezgehê xwe yê piçûk difiroşe. Samî li navçeyê yekane esnafa jin e, piştgiriya herî mezin jî ji jinan gigire. Samî dayika 9 zarokan e, reçel û gelek xwarinên li 
malê çê dike, xwe amade dike bifiroşe salonên taştê yên li navenda Wanê.
 
'EV JI BO MIN DESTPÊK E'
 
Samî li ser dezgejê xwe yê piçûk reçela gûzan, hinguv û hinguva bi gûzan re tev li hev kiriye difiroşe, diyar dike ku ew ê di rojên pêş de karê xwe mezin bike. Samî destnîşan kir ku hema hema li tevahiya malên li navçeyê ev xarinan tên çêkirin, afrênerî ji destê jinê ye, lê yên qezenc dikin mêr in. Samî diyar kir ku dema nû dezgeh vekiriye welatî şaş bûne û wiha got: "Ev ji bo min gava yekemîn e. Ez bawer dikim ku dê îro şûn de jî hêj baştir be."
 
'EM GAVA YEKEMÎN BAVÊJIN' 
 
Samî destnîşan kir ku di serî de jin, hemû gelê navçeyê eleqeyeke zêde nîşanê wê didin, jinan qet ew tenê nehiştine û wiha pê de çû: "Ev karê ku ez dikim, zêdetir li vir mêr dikin. Li der û dorê mêzekin qet jin tune ne. Ji ber ku ez nû ne, hinekî tengasiyê dikişînim. Lê vekirina dezgehê ya li vir, ji bo jinan destpêk e. Min ew wêrekî di xwe de dît. Em çima berdêla keda xwe negirin. Ez bi vî şeklî zarokên xwe xwedî dikim û wan didim xwendin."
 
JI DARAN TÊ SER SIFREYÊ
 
Samî aşkera kir ku reçela gûzan 2 mehan digire, pêvajoya çêkirinê ya bi zehmetî jî wiha vegot: "Di meha Tîrmehê de gûzên ku çê bûne tên berhevkirin. Divê ev gûz ên di qalikên xwe de yên venekirî bin. Guzan dixin nav ava qabekî. Ev kar 10 rojan dewam dike. Her roj ava wê tê guhertin. Piştî 10 rojan gûzan ava bi çirêç de 5 saetan radiwestînin. Piştî wê bi xweşikî dadipalînin. Di qûşxanekê de av tê kelandin û gûzan davêjin nav avê û 5 deqan dikelînin. Piştre derdixin davêjin nav ava sar. Ev 4 caran tê kirin. Herî dawî gûzan dîsa davêjin nav ava sar û heta ku nerm bibin wan dikelînin. Di cara 3'yemîn de gûzan davêjin nav ava bi şekir û tê kelandin. Piştre qurnefîn lê tê zêdekirin û wan di şûşeyan de ji bo sarbûnê datînin."
 
MA / Seda Taşkin