Jin ji doza 8'ê Adarê beraet bûn

  • jin
  • 14:34 26 Cotmeh 2017
  • |
img

ÎZMÎR - Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Ayşegul Kocaaslan û Ozlem Gunduz ên di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de pankart vekiribûn, doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê der barê wan de biryara beratê da. 

Der barê Sekretera Jinan a 1'emîn a Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Ayşegul Kocaaslan û endama Egîtîm Sen'ê Ozlem Gunduz de bi sedema di 8'ê Adara 2016'an Roja Jinên Cîhanê de dovîz vekirine bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin. 7'emîn rûniştina doza wan li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Kocaaslan, Gunduz  û parêzerên wan amade bûn. Heyeta dadgehê doza Ozlem Gunduz ku berê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran dihat ditin jî bi heman dosyayê re kir yek. Heyetê piştî parastinan der barê Kocaaslan û Gunduz  de biryara beraetê da.