Bêrîvan a YJŞ'î: Em dê pêşiya fermanan bigirin

  • jin
  • 12:24 27 Cotmeh 2017
  • |
img

ŞENGAL - Şervana YJŞ'ê Bêrîvan Arîn a ji bo tola jinên Êzidî rake çû paytexeta DAIŞ’ê ya Reqqayê û şer kir, diyar kir ku berî fermanê jinên Êzidî jiyanek zor dijiyan û wiha axivî: “Qedr û qîmetê jinan tune bû. Ji bo me bi ramanên Rêber Apo bihêzkirina jinên Êzidî, pîvana herî serekeye. Êdî em dixwazin pêşiya fermanan bigirin." 

Di ser êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê re 3 sal derbas bûn. Ji bo carek din fermaneke mîna fermanên  73’yan ên li ser Êzidiyan neyê jiyîn, gelê Êzidî xwe birêxistin kirin û hêza parastina çewherî avakirin. Îro jî di rojeva gelê Êzidî de Şengala Xweser a Demokratîk heye.    
Jinên Êzidî yên di êrîşan de dîl hatin girtin û di bazarên koleyan de hatin firotin, dibin banê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de xwe birêxistin kirin û hem axa xwe diparêzin û hem jî ji bo jinên Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de rizgar bikin têdikoşin. Jinên YJŞ'î ji bo tola jinên Êzidî rakin, bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ê re li paytexeta DAIŞ’ê Reqqayê şer kirin û bûn şahidê rojên dîrokî. Jinên YJŞ’î yên piştî rizgarkirina Reqqayê vegeriyan Şengalê, têkildarî operasyonan û azadkirina jinan, nêrînên xwe parve kirin. Yek ji van jinan şervana YJŞ'ê Arîn Berîvan e. 
 
APÊ WÊ QETILKIRIN 
 
Bêrîvan Arîn ku di dema êrîşa DAIŞ’ê de 15 salî bû, 8 xwişk û birayên wê hene. Di dema komkujiyê de apê wê hat qetilkirin, jinmama wê Zînê û dotmanên wê Şîrîn û Sarîna dîl hatin girtin. Bêrîvan a ku li gundê Herdan hat dînê û li wir mezin bû, ji nişkan ve çîroka wê ya zor û zehmet dest pê kir. Bêrîvan dûre ji bo tola jin û civaka Êzidî bigire tevlî refên YJŞ’ê bû. 
 
ÇÎROKEKE REVÊ YA DÛR Û DIRÊJ
 
Bêrîvan û malbata xwe ji bo ji komkujiyê xelas bibin, dest bi rêwîtiyek zor kir. Bêrîvan wiha behsa xelasiya malbata xwe kir: “Me ne dixwest em ji gund derbikevin. Di 3’ê Tebaxê de heya bi şev saet 19.00 jî em di gund de man. DAÎŞ ji bo me hemûyan bişewitîne ji me re digotin ‘Neçin, em birane, em tiştekê ji we nakin.’ Dest pê kê hêjmara wan kêm bû. Li gund em bi ereban re dijîn. Cîranên em yên erep em xelas kirin. Me xwest hem birevin, lê wesayîtên DAIŞ’ê em şopandin. Dema em ew ferq kirin, me xwe ji wesayêtê avêt xarê û di geliyekê de xwe veşart. Heya demekê bi fenerên destan li me geriyan, wê demê ji bo zarok negirin, me bi destên xwe devên zarokan girtin.”
 
Bêrîvan, anî ziman ku ew 3 malbat bûn û wiha axivî: “Bi giştî em 30 mirov bûn. Bi du wesayîtan em reviyan. Pişre em derketin ser rê. Wesayîtek me qelipî û tekerlikê wê teqiya. Dûre em di tarîtiya şevê de meşiyan, heya gihan gundekê Ereban. Keyayê wî gundê nan û av da me. Piştre em birin gundê Gohbelê yê Şengalê. DAIŞ ketibû wî gundî lê hîna gel tê de hebû. Em ji wî gundî derketin û me dest bi meşek zehmet kir. Zarokên biçûk hebûn. Rêya em têre derbas dibûn tije gel bûbû. Piştî rêyek dûr û  dirêj em gihan Çilmêr a.”  
 
ZAROK JI TÊHNAN DI HEMBÊZA DAYÎKÊN XWE DE MIRIN
 
Bêrîvan, da zanîn ku rewşa zarokan pir xerab bû û wiha bilêv kir: “Min fam nedikir ku çi dibe. Gelek zarok ji têhnan di hembêza dayîkên xwe de mirin. Dûre em gihan Rovaja û ji wir jî em derbasî başûr bûn. Li wir ez pir giriyam. Hemû kes digiriya. Mirovan xarin nedixwar. Min jî ji xwe re got ‘ez vê jiyanê qebûl nakim’ û beşdarî YJŞ’ê bûm. Cara yekemîn min jinên YJŞ’ê di dema korîdor ji bo Şengalê vedikirin de, dîtin. Destên wan de çek hebûn û şer dikirin. Min got ‘Vaye jin jî şer dikin.’ Ewqas jin û zarok hatin qetilkirin. Min dixwest ez tola wan hilînim û min soz ji xwe re da û ez tevli YJŞ’ê bûm.” 
 
'ME GOT EM Ê TOLÊ DI REQQAYÊ DE HILÎNIN'
 
Bêrîvan, ku piştre beşdarî operasyonên pêvoya Reqqayê bû, wiha pê de çû: “6 sal bû DAIŞ di Reqqayê de. Li wir hêz, pergal û navenda xwe ava kiribû. Li wir zilm li jin û zarokên Êzidî kiribû. Ne tenê jinên Êzidî hebûn, lê herî zêde ji bo jinên Êzidî ew der bû mîna dojehê. Gelek jinên Êzidî li wir hatin firotin, tecawîz kirin, îşkence kirin û şewitandin. Me jî got em ê herin wir û tola jinên Êzidî hilîn in. Dema em nû  çûn Reqqayê me wir nas nedikir. Bi demê re me nas kir. Bi hestên pir cûda û hêrsek mezin me li wir şer kir. Ji ber êşa di dilê me de hatî avakirin, li Reqqayê şerkirin ji bo me dihat wateya tola rakirina jinên Êzidî. Gava me jinên Êzidî rizgar dikirin, ew ji me zêdetir keyfxweş dibûn. Dema ku me hevdû hembêz dikir, weke ku me welatek azad kiribe, me xwe hîs dikir.”  
 
‘BI RAMANÊN OCALAN ME HÊZA XWE MEZIN KIR’  
 
Bêrîvan Arîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin û zarokên Êzidî li ku derê dîl girtîbin, em ê herin wê derê, ji bo wan rizgar bikin û talo wan bistîn in, em ê şer bikin. Me soz daye ku emê  tola wan bistînin. Em dixwazin YJŞ’ê mezin bikin û jinên Êzidî beşdar bikin. Bi ramanên Ocalan em ê hêza jinên Êzidî mezintir bikin û pêşiya femanên bên jiyîn bigir in.” 
 
MA / Selamî Aslan