Jinên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyî: Yekem car em 25'ê mijdarê pîroz dikin

  • jin
  • 11:26 24 Mijdar 2018
  • |
img
KOBANÊ – Jinên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyî yên ji êrîşên DAIŞ'ê rizgar bûn, diyar kirin ku yekem car 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Diji Tundiya li Dijî Jinan pîroz bikin û wiha got: "Berê em tune bûn. Navê me jî tune bû. Tirs û xof hebû. Yekem car em bi hêz û azad in. Divê her kes tev li têkoşînê bibin." 
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinan li gelek navendan çalakî, panel, daxuyanî û civîn tên lidarxistin. Yek ji cihê çalakî û bername tên li darxistin jî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ye. Jinên Bakur û Rojhilatên Sûriye pişti ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar bûn, yekem car çalakiyên li dijî tundiyê pêk tînin. Jinên kurd ên bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê navê xwe li cîhanê belav kirin ji bo jinên Rojhilata Navîn dibin mînak û peşeng. Jinên di rizgarkirina Kobanê, Reqqa, Dêra Zor û Minbicê de cih girtin, bang li hemû jinan kirin ku bi hevre li dijî tundî û zordestiyê têbikoşin û vîna xwe azad bikin. 
 
JINÊN REQQAYÎ YEKEM CAR 25'Ê MIJDARÊ PÎROZ DIKIN
 
Li Reqqayê dayika 6 zarokan a 50 salî Zirifa Mehmud El Nezar ku yekem car li Reqqayê 25'ê mijdarê pîroz dike, diyar kir ku ew tu carî êşa ku DAÎŞ'ê bi serê wan de anîye ji bîr nakin. Nezar, diyar kir ku DAÎŞ'ê kurekî wê revandiye û agahî ji kurê xwe nagirin. Nezar a hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, destnîşan kir ku piştî DAIŞ'ê Reqqa dagir kir gelek caran bi ser mala wan de girt û wiha got: "Ji ber me zilma DAIŞ'ê qebûl nekir, em rastî gelek zor û zahmetî hatin. Herî dawî kurê min birin û çûn.  Em nizanin birine ku. 5 salin li kurê xwe digerim. Sax e an miriye nizanim. Dema ez diçim dipirsim li min didin û neheqiyê dikin. Her dem gotin li zindanê ye, lê heta niha rastî şopa wî nehatim. Ez gelek geriyam êdî teqeda min nema. Wekî min bi dehan jin ên zarokên wan hatine revandin hene." 
 
‘YEKEM CAR 25'Ê MIJDARÊ DIBIHÎZIM
 
Nazar, da zanin ku DAIŞ jinê dike koleyê mêr û wiha lê zêde kir: “Min berê 25'ê mijdarê nizanîbû. Yekem car dibihîzim. Dixazim fêr bibim. Rojek wisa bi xêra têkoşîna jinan heye. Ji niha û şûnde em dê fêr bibin û li mafê xwe xwedî derkevin." 
 
JINÊN ŞAHIDÊN RECMÊ YÊN DERA ZORÊ YΠ
 
Ji jinên Dêra Zorêyî ya 25 salî û daiyka zarokekê Reca Eluş jî diyar kir ku endamên DAIŞ'ê li qada Dêra Zorê hevjînê wê qetil kirin û wiha got: "Dema DAIŞ'ê li gundê Gireye jinek recm kirin bûm şahid. Endamekî DAÎŞ’ê bi zorê xwest bi wêre bizewice. Lê wê ev yek qebûl nekir. Lê rojekê hatin jin ji malê derxistin û îşkence lê kirin. Ew çiltazî kirin û xwest îtiraf bike. Lê her çend bi qarmeçiyan lê xistin jî jin ne axivî. Lê dîsa jin berndan û ji malbatê re gotin 'Keça we dê di rojên pêş de recm bibe" û agahî dan malbatê. Heta stuyê wê xistin nava axê û serê lê wê li derve hiştin. Kevirên reş li dora wê kom kiribûn. Xuya bû berê jî pir îşkence lê kiribûn. Ruyê wê tev bibû birîn. Beriya recm bikin av xwest. Lê av nedanê." 
 
Eluş, destnîşan kir ku wê berê qet 25'ê mijdarê nizanîbû û dixwaze girîngî û wateya 25'ê Mijdarê fêr bibe û wiha berdewam kir: "Min dît ku jinên QSD li tenişta jinan cih digirin. Hurmeta wan ji jinan re heye. Zilmên nakin. Ew jinan nakujin, dijberi kuştinê bêtir diparêzin. Tişta herî baş li cem jinan cih digirin. Ez dixwazin 25'ê mijdarê fêr bibim. Divê hemû jinên zilma DAIŞ'ê dîtine bibin yek xwe bi hêz û rêxistin bikin û dest bidin hev."
 
YEKEM CAR DERDIKEVE DERVÊ MALÊ 
 
Elia Mistefa ya 20 salî û ji Minbicê ye jî destnîşan kir ku yekem car derdikeve dervê malê û wiha axivî: "Divê hemû jinên Kurt, Ereb û Suryanî li dijî zilmê bibin yek. Dem bi dem beşdarî xebatên Kongra Star dibim. Yekem car tev li tiştekî wisa dibim. Rejîma Sûriye û DAÎŞ'ê gelek tişt bi serê me de anî. Yekem car derdikevim dervê mala xwe. Ez bi sere xwe diçim bajarê derve. Ez jinên cuda û çanda cuda nas dikim. Ez têkoşîna jinan girîng dibînim. Di 25'ê mijdarê de ez dê li gel hemû jinan di nava refê têkoşînê de cih bigirim. 
 
LI KOBANÊ CIVAK TÊ GUHERTIN
 
Ahin Maruf Ferec a 26 salî ku li Kobanê dijî jî  bal kişand ser pergala berê û ya niha û wiha got: "Berê jin di bin tecrîdê de bûn. Piştî şoreşa Rojava jin û civak hat guhertin. Ji bo wan şoreş ji nûve jiyan e. Niha hêj kêmasî hene. Berê mal wekî hepsê bû. tu mafê jinê tune bû. Lê niha her tişt tê guhertin. Niha jin pêşengiya civakê dikin. Berê malbatê destûr nedida biçim perwerdehiyê. Lê niha her tişt hat guhertin. Jin bi hevre bêtir bi hêz in. Em dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin. Divê hemû jin destê xwe bidin hev. 
 
MA / Nazım Daştan